ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-18 09:00:10   * Hevberdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, bi lêv kir ku Efrîn beriya dagirkirinê navenda aramiyê bû lê piştî dagirkirina dewleta tirk veguheriyê navenda revandin û kuştinê.     * Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ ya wenekêşê bergeyê Husamettîn Bahçe ji weşanên J&J’yê derket. Bahçe, destnîşan kir ku ew bi daxwaza pêşdarazên li dijî baweriya êzidiyan kêm bike û jiyana êzidiyan ya olî û civakî bi wêneyan raxe li ber çavan.    * Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Antalyayê Denîz Yildirim diyar kir ku ji ber greva birçîbûnê cezayê “dîsîplînê” li girtiyan hatiye birîn û got: “Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e. Divê em di vê çalakiyê de girtiyan bi tenê nehêlin."    * Civaknas û anarşîsta spanyayî Înnes Morales diyar kir ku fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan der barê çareserkirina şer û pevçûnan de ne û got: "Tecrîda li ser Ocalan dibe sedem ku hem jin hem jî gel azad bibin."   * Delegeyên ku beşdarî pêşhilbijartina li navçeya Farqînê bûn diyar kirin ku DEM Partî bi îradeya gel namzetên hevserokatiyê hildibijêre. Veysî Bîçen ê 30 salan di girtîgehê de maye pêşhilbijartinê wekî "şahiya demokrasiyê" pênase kir û got: "Ev ji bo min gava yekem e, demek pir girîng û dîrokî ye."   * Bi hatina zivistanê re şewb zêde bûn. Lê welatî, nikarin dermanan peyda bikin. Ji lew re derman ji ber ku dê fiyetê wan ji sedî 25 bê bihakirin, di depoyan de tên sekinandin. Serokê Odeya Dermanfiroşan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Ersîn Karaman got: "Di serî de şirbûnên zarokan û hinek antîbiyotîk, gelek derman di piyaseyê de tune ne."    * Ji ber nûçeya têkildarî rapora tundiya ku leşkeran li navçeya Sûrê kiribû, ji bo Ajansa Mezopotamyayê biryara astengkirinê hatibû dayîn. AYM’ê têkildarî astengkirinê biryara xwe da û got: “Mafê azadiya fikr û xwedîfadekirinê hatiye binpêkirin.”   *3’yemîn danişîna doza têkildarî êrişa li dijî malbata Dedeogûllari dê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê bê lidarxistin. (09.00)   * Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)   * 2’yemîn danişîna doza têkildarî revandina zarokeke keç a êzidî dê li 15’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (11.00)   * Duyemîn danişîna doza Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (11.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatiye destpêkirin dê bidome. (11.00-17.00)   * Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê dê têkildarî qeydên hilbijêran ên bêusûl li avahiya partiyê daxuyaniyê bide. (11.00)   * Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê dê têkildarî tecrîda li Îmraliyê li avahiya partiyê daxuyaniyê bide. (12.30)   * Şaxa OHD’a Stenbolê dê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên li Herêma Marmarayê ku grevên birçîbûnê lê didomin, li avahiya partiyê eşkere bike. (13.00)   * Danişîna doza nûçegihanên Ajansa Mzeopotamyayê û JINNEWS’ê dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (13.30)   * ÎHD dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên di 3 mehên dawî de li Herêma Anatoliyaya Navîn hatine kirin, li avahiya xwe eşkere bike. (13.30)