Bîçen ê 30 salan di girtîgehê de ma û beşdarî dengdayîna gel bû: Kêliyeke dîrokî ye 2024-01-18 09:12:08   AMED - Delegeyên ku beşdarî pêşhilbijartina li navçeya Farqînê bûn diyar kirin ku DEM Partî bi îradeya gel namzetên hevserokatiyê hildibijêre. Veysî Bîçen ê 30 salan di girtîgehê de maye pêşhilbijartinê wekî "şahiya demokrasiyê" pênase kir û got: "Ev ji bo min gava yekem e, demek pir girîng û dîrokî ye."   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ji bo hilbijartinên xwecıhi yên 31'ê Adarê pêşhilbijartinan li dar dixe. Tûra yekemîn a hilbijartinên li Amedê ku li 17 navçeyên Amedê hat lidarxistin bi dawî bû. Li gelek cihan ji ber ku namzet ji sedî 50 + 1 derbas nekirin, pêşhilbijartina ji bo diyarkirina namzetan ma tûra duyan.    Hilbijartinên li Farqînê ku ji bo 5 namzetên jin û 8 namzetên mêr hat kirin, ma tura duyan. Di dengdayînê de Kadrî Esen 326 deng, Mehmet Kaydû 278 deng, Naşîde Toprak 334 deng û Sevîm Bîçîci jî 319 deng wergirtin û man tura duyan.    Delegeyên ku li Farqînê dengê xwe bi kar anîn,  pêşhilbijartinê nirxandin.   ‘KÊLIYEKE DÎROKÎ YE'   Ji gelek beşên civakê welatî beşdarî pêşhilbijartinên DEM Partiyê bûn. Ji van kesan yek jê jî Veysî Bîçen e ku 30 salan di girtîgehê de maye. Biçen piştî 30 salên girtîgehê xwe cara ewil deng da.   Bîçen ku pêşhilbijartinaba wekî "şahiya demokrasiyê" bi nav kir got: "Ggelek welatên li cîhanê 'di warê demokrasiyê de pêşketî' vê pergalê pêk neanîn, lê tevgera me pergaleke wiha ava kir ku piraniya gel beşdarî wê bû. Ez jî gelê me yê ku beşdarî vê şahiya demokrasiyê bû û hemû kesên ked dan pîroz dikim. Ez serketinê dixwazim û dikarim bibêjim ku ez vê wekî gaveke pir girîng dibînim. Ew ê ji bo min bibe yekem, ez pir bi heyecan im. Ev kêliyeke dîrokî ye."   Remziye Sarilî anî ziman ku ew xwedî li biryara "pêşhilbijartinê"  derdıkevın û ji bo çanda demokrasiyê ava bikin hatine dengdanê û got: "Ji bo ku ev pergal bi ser bikeve ez hatim vir. Ez îro ji bo aştiyê û ji bo rewşa aboriyê hatim vir. Çi dibe bila bibe, bi îzna Xwedê em ê bi ser bikevin. Em ê aştiyê jî bînin. Kurd bi inyad in, em ê li ser piyan bisekinin. Em dibêjin 'Berxwedan Jiyan e.'"   EDALET Û WEKHEVÎ   Layhe Arşîmet jî wiha got: “Em bi pergala hilbijartinê ya bû re bi DEM Partiyê re hatin cem hev. Ez dixwazim aştî, biratî û hevgirtin pêk were. Yê ku bê hilbijartin bila ne ji bo rantê, ne ji bo eşîrparêziyê were. Em para xwe ya ji edalet û wekheviyê dixwazin."   ‘XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN'   Sureyya Donmuş kêfxweşiya xwe ji bo pêşhilbijartinananî ziman û got: “Em bang li her kesî dikin ku qeyûman bişînin. Em dibêjin êdî bes e."   Welatiyê bi navê Ahmet Tabancî jî wiha got: “Partiya me partiyeke sosyalîst e, em ji vê helwesta partiya xwe kêfxweş in. Em bi wan kêfxweş û serbilind in, bi hêviya ku em bi ser bikevin."   ‘DÊ BIRYAR YA GEL BE'   Sadiye Çîçek anî ziman ku wan bi DEM Partiyê re strata serdemeke nû daye destpêkirin û got: “Li vir gelê Farqînê kesên ku dê 5 salan wan bi rê ve bibe tayin dike. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Farqînê wê ji bo edaletê têbikoşe û xwe û vîna xwe biparêze. Em serkeftinê ji Farqînê û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin."   Abdulkadîr Dulkadîr anî ziman ku DEM Partî bi hilbijartinê re ji bo demokrasiyê kedeke mezin daye û got: "Ez dixwazim kesê ku dê ji vî gelî re bikêr be û xizmeta rast bike bê hilbijartin. J tevkariyên girîng ên DEM Partiyê yên ji bo  vî gelî yek jê jî ev e. Delege berendamên xwe hildibijêrin. Tu kes dê giliyê vê pergala wekheviyê nake."   Şenol Çapan jî diyar kir ku DEM Partî berevajî partiyên sîstemê îro bi îradeya gel ber bi hilbijartinê ve diçe û got: "Li vir gel çi bêje dê ew be. Ez di wê baweriyê de me ku partiya me jî dê vê pergalê bidomîne".    MA / Şîlan Çîl