Girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes di pêvajoyê de cih bigire 2024-01-18 12:16:49 RIHA - Girtî Ugur Taşdevîren ku tev li çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” bûye diyar kir ku divê her kes di vê pêvajoyê de cih bigire.    Ugur Taşdevîren, di qedexeya derketina derve ya di 30’ê kanûna 2015’an a li navçeya Kerboran a Mêrdînê de hate girtin û 6 caran cezayê muebbetê lê hate birîn. Taşdevîren, tev li çalakiya greva birçîbûnê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” bû. Taşdevîren ku li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê tê ragirtin, têkildarî çalakiyê li ser telefonê bi malbata xwe re axivî.    ‘DIVÊ HER KES DI VÊ PÊVAJOYÊ DE CIH BIGIRE’    Taşdevîren, di axaftina xwe de wiha got: “Heta ku çalakiya me digihije armanca xwe dê bidome.” Taşdevîren, anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan girêdana xwe bi komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an heye û ev tişt anî ziman: “Ev 25 sal in li ser Rêber Apo tecrîdeke mutleq heye. Ev tecrîd ne exlaqî ne jî însanî û hiqûqî ye. Dema Tirkiye van polîtîkayên pêk tîne, ji hêzên navneteweyî hêz digire. Tecrîda giran a li ser Rêber Apo, girêdana xwe bi polîtîkayên înkar û tunekirinê yên li dijî kurdan re heye. Weke girtiyên siyasî, ji bo teşhîrkirina van polîtîkayê em kampanyayê girîng dibînin. Tevlibûna vê pêngavê em di asta hebûn-tunebûnê de dinirxînin.”    Herî dawî jî Taşdevîren wiha got: “Em, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke azadiya gelên kurd, tirk û hemû gelên Rojhilata Navîn dibînin. Lewma jî ji bo ev pêngave bigihije armanca xwe, divê her kes tişta ji dest tê bike. Em, berxwedana Rêber Apo silav dikin.”