Dêrbarê lêpirsîna derbarê rojnamevanan de biryara neşopandinê hate dayîn 2024-01-18 14:34:53 AMED - Di lêpirsîna bi îdiaya “peywîrdarê cemaweriyê hedef nîşan dane” derbarê rojnamevanan de hatibû destpêkirin de biryara neşopandinê hate dayîn.    Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan û Delal Akyuz, edîtora T24'ê Sîbel Yukler û edîtora Bîanetê Evrîm Kepenek û rojnamaven Evrîm Denîz ji ber ku nûçeya dozgerê îdianameya 18 rojnamegerên kurd amade kiribû, hevjîna wî jî dadgerek ku endama şandeya dadgehê bû ku li doza 18 rojnamevanan dinêhirî û wan tayîn kirine li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve kiribûn, di 25’ê tîrmehê de hatibûn binçavkirin.    Yek ji rojnamevanên hate binçavkirin nûçegihanê MA’yê Arslan, di 25’ê tîrmeha 2023’yan de bi îdiaya “peywîrdarê cemaweriyê hedef nîşan daye” hate girtin. Rojnamevan Arslan di danişîna ewil a dozê ya di 31’ê cotmeha 2023’yan de hate lidarxistin de beraet kir û hate berdan.    Derbarê rojnamevan Evrîm Denîz û Sîbel Yukler ên hatibûn binçavkirin û berdan de jî biryara neşopandinê hate dayîn. Dîsa derbarê rojnamevan Ferhat Çelîk de jî biryareke bi heman awayî hate dayîn.    Di hinceta biryarê de bal hate kişandin ku nûçegihanê MA’yê Arslan ê hatiye girtin beraet kiriye.