Di doza rojnamegeran de li şahid hate guhdarîkirin: Ez wan nas nakim 2024-01-18 15:19:55   ENQERE - Di danişîna doza 11 rojnamegeran a li Enqereyê de li şahidê eşkere hate guhdarîkirin. Tevî pirsên biisrar ên şandeya dadgehê jî şahid got ku ew rojnamegeran nas nake.    Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de di 29’ê cotmeha 2022’yan de 11 nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê hatibûn girtin û di 16’ê gulana 2023’yan de hatibûn berdan. 4’emîn danişîna doza rojnamegeran li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Midûra Karên Nivîsan a MA’yê Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Denîz Nazlim, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî û Zemo Aggoz û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger û stajyerê MA’yê yê berê Mehmet Gunhan di dozê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin.    Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran, rêxistinên hiqûqê, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek kesan danişîn şopandin. Di heman demê de xwendekarên Zanîngeha Amsterdamê ya Darizandina Adilane jî doz şopandin. Nûçegihanê MA’yê Selman Guzelyuz di danişînê de amade bû.    ŞAHID BARAN: EZ NAS NAKIM   Danişîna dozê bi guhdarîkirina Ozgur Baran ku kurê yek ji şahidên Doza Kobanê ye Samî Baran e dest pê kir. Şahid Ozgur Baran, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Baran, got ku dixwaze ji danişînê derkeve û sedema wê venegot. Şandeya dadgehê jê re got ku îfadeyên wî yên di dema berê de hene û pirsa bê ka rojnamegeran nas dike yan na jê kir.    Baran, got ku rojnamegeran nas nake. Baran, wiha got: “Ez nizanim bê ka têkiliya MA’yê bi rêxistinê re heye yan na. Ez navên hûn qala wan dikin nas nakim. Nizanim ka têkiliya wan bi rêxistinê re heye yan na.”    Dadgehê ji Baran pirsa “têkiliya we bi rêxistinê re heye” kir. Baran jî got; “Têkiliya min bi rêxistinê re hebû lê ez piştre teslîm bûm.”    Şandeya dadgehê îcar pirsa “Ma tu nizanî bê ka ev ajans nûçeyên rêxistinê çê dikin an na?” kir. Baran, diyar kir ku ajansê di demên berê de bi malbata wî re nûçe çêkiriye û li ser vê yekê li ajansê geriyaye û gef lê xwariye. Di vê navberê de dadgehê pirsa bê ka rojnamegeran nas dike yan na ji Baran kir. Li ser vê yekê parêzer kete navberê. Parêzer Şevîn Kaya got ku dadgeh derdikeve derveyî îdianameyê û îtîraz kir.    Nûçegihanê MA’yê Selman Guzelyuz got ku ew îfadeyên şahid qebûl nake û xwest tevdîra kontrola edlî were rakirin.    PARÊZER: PIRSÊN JI BO ARASTEKIRINÊ LI ŞAHID TÊN KIRIN   Parêzeran gotin ku piştî guhdarîkirina tevahiya şahidan dê parastina xwe bikin. Parêzer Şevîn Kaya dadgeha rexne kir û gotina wê ji hêla serokê dadgehê ve hate birîn. Şevîn Kaya wiha got: “Ez ê ji we bixwazim ku mudaxileyî îfadeyên şahidan nekin. Usûlê dadgeha we ya guhdarîkirina li şahidan li dijî CMK’ê ye. Dadgeha we pirsên ji bo arastekirinê ji şahidan dike. Tu eleqeya pirsên we bi îdianameyê re nînin.”    DAXWAZA TESLÎMKIRINA MATERYALAN HATE REDKIRIN    Dozger jî got ku darizandina nûçegihana JINNEWS’ê Melek Avci didome û xwest ku materyalên hatine desteserkirin neyên dayîn û xwest daxwaza ji bo vê bê redkirin.   Parêzer Mûstafa Vefa jî diyar kir ku miwekîlên wî rojnameger in û ji ber ku materyalên wan hatine desteserkirin nikarin bixebitin. Vefa, biryarên Dadgeha Bilind ên têkildarî radestkirina materyalan de bi bîr xist û xwest ku sepana kontrola edlî jî were rakirin.    Şandeya dadgehê biryar da ku rewşa kontrola edlî bidome, roja îmzeyê bibe mehê carekê û kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.    Danişîna dozê taloqî 25’ê nîsanê hate kirin.