Rojnameger Dîcle Muftuoglû nehat berdan 2024-01-18 15:51:58 AMED - Di doza Hevseroka DFG’ê û Edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû de şandeya dadgehê biryara domandina girtinê da.  Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku di çaçroveya lêpirsîna bi navend axwe Enqere hat girtin de, îro cara duyan derket pêşberî dadger. Muftuoglû bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişîna dozê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê bû. Muftuoglû û parêzerên wê di danişînê de amade bûn.    Komeleya Rojnamevanan a Jinan a Mezopotamyayê (MKG), DFG, DÎSK Basin-Îş, Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA), Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) û gelek rojnamevan û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl danişînê şopandin.    Piştî parastina Muftuoglû û parêzerên wê, şahodê eşkere Kerem Gokalp axivî. Gokalp, îdiayên xwe yên di îdianameyê de dubare kirin.   Paşê dozger di mutalaaya xwe de domandina girtina Muftuoglûyê xwest.   Şandeya dadgehê jî biryara domandina girtina Muftuoglûyê da û dozê taloqî 29'ê Sibatê kir.