Emîne Şenyaşar a emeliyat bû: Dê nobet berdewam bike 2024-01-18 16:44:13 RIHA - Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêka xwe ya tenduristiyê ji çavê xwe emeliyat bû. Şenyaşar, da zanîn ku dema sax bû dê Nobeta Edaletê ya neçar ma navberê bidê, li ber Wezareta Dadê bidomîne.    Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi Nobeta Edaletê ya di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, li welat bû sembola kesên ku li edaletê digerin.     Emîne Şenyaşar a piştî lawê wê Ferît Şenyaşar ji DEM Partiyê weke parlamenter hate hilbijartin, Nobeta Edaletê di roja 846’emîn de veguhest li ber Wezareta Dadê, ji ber ji çokê xwe emeliyat bûbû neçar ma navberê bide çalakiya xwe.    Şenyaşar îro li nexweşxaneyeke taybet a li Rihayê ji çavê xwe emeliyat bû.    ‘HETA KU EDALET PÊK NEYÊ EZ Ê LI MALA XWE NERÛNIM’    Emîne Şenyaşar a piştî emeliyatê ji ajansa me re axivî, da zanîn ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê neçar ma navberê bide Nobeta Edaletê û dê di rojên pêş de jinûve dest pê bike.    Şenyaşar, anî ziman ku ji bo beriya niha ji çokê xwe emeliyat bû, zehmetiyê dikişîne ku tevbigere û wiha got: “Min ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê navber dabû nobetê. Piştî demekî kurt ez ê dîsa biçim Enqereyê û dest bi nobeta xwe bikim. Heta ku edalet pêk neyê ez ê li mala xwe nerûnim. Lawê min (Fadil Şenyaşar) tevÎ ku tu sûcên wî nînin jî 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Dibêjin qeydên dîmenan ên li nexweşxaneyê hatine dizîn lê em bawer nakin.”   Şenyaşar, bi lêv kir ku di danişînan de ji aliyê ferdên malbata Yildiz ve gef li wan hatin xwarin û wiha berdewam kir: “Ez di her danişînê de bi heviya ku lawê min dê were berdan diçim Meletiyê. Keçekî wî heye, bêyî ku wî bibîne mezin bû. Du lawên min û hevjînê min li ber çavên min hatin qetilkirin. Ev jî têra nake, li dijî dadgeran jî gefan li me dixwin. Ev dewleteke çawa ye? Ev edaleteke çawa ye?”   ‘KESÊN KOMKUJÎ KIRIN NE TENÊ 3 KES IN’    Şenyaşar, bertek nîşanî rewşa kesên di komkujiyê de cih girtine hêj li derve destê xwe dihejînin û digerin da û ev tişt gotin: “3 kes di encama têkoşîna me hatin girtin. Lê kesên komkujî kirin ne tenê ev her 3 kes bûn. Di nexweşxaneyê de bi sedan kes hebûn. Êdî bes e. Emîne Erdogan qet min nabîne? Xwedê zarok dan wê jî, neviyên wê jî hene. Zarokên wê bi vî awayî hatibûna qetilkirin da çi bikin? Xwestin hemû zarokên min bikujin. Êdî edaletê dixwazin.”   Şenyaşar a piştî emeliyatê demekê di bin çavdêriyê de ma, pişt re ji nexweşxaneyê derket.