Li Wanê 6 ciwanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan 2024-01-18 17:48:57   WAN - Li Wanê 6 ciwanên ku di 16'ê Çileyê de hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.    Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê di 16'ê Çileyê de li Wanê polîsan avêt ser malan. Di avêtina ser malan de 6 ciwan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin binçavkirin. Firat Kirdag, Şevket Delîbaş, Yilmaz Bozkûrt, Mûrat Tûnç, Melîk Firat Arslan û Daristan Balkan piştî îfadeya li midûriyeta polîsan serbest hatin berdan.