Di Doza Dedeogûllariyê de mutalaa hat berpêşkirin 2024-01-18 18:15:38   ENQERE - Di danişîna doza der barê êrişa ewil a li hemberî Malbata Dedeogûllariyê de, meqama îdiayê mutalaaya xwe berpêş kir.    Danişîna 3'yan a Doza Dedeogûllariyê ku piştî ji aliyê dadgeha îstinafê ve hatibû xerakirin û ji nû ve dest pê kiribû, li Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Konyayê hat lidarxistin.   Ji malbata Dedeogûllari ÇEtîn Dedeogûllari ku ji malbatê tenê ew ji komkujiyê xelas bû, Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM PArtî)  Onûr Duşunmez û endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) beşdarî danişînê bûn.    Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyê bi xwendina ewraqên daxilî dosyeyê hatin kirin dest pê kir. Di danişînê de meqama îdiayê mutalaaya xwe berpêş kir.    Dozger xwest kujer Alî Çalik ji ber kuştina ferdên malbata Dedeogûllariyê û binpêkirina parêzbendiya avahiyê û bersûc Îbrahîm Keleş ji ber gefa bi kuştinê ya bi çekê; bersûc Ayşe Keleş ji ber binpêkirina parêzbendiya avahiyê; bersûc Lutfî Keleş ji ber êrişên xwe yên li hemberî ferdên malbata Dedeogûllariyê; Ramazan Çalik ji ber êrişên xwe yên li hemberî ferdên malbata Dedeogûllariyê; Velî Keleş ji ber êrişên xwe yên li hemberî ferdên malbata Dedeogûllariyê; Yahya Çalik ji ber êrişên xwe yên li hemberî ferdên malbata Dedeogûllariyê û binpêkirina parêzbendiya avahiyê bên cezakirin.    Parêzeran jî di danişînê de daxwazên xwe yên berê dubare kirin. Lê şandeya dadgehê daxwazên wan red kir.   Şabdeya dadgehê dozê taloqî 19'ê Nîsanê kir. Tê payin ku danişîna 19'ê Nîsanê ya biryardayînê be.