Rojnamevan Ertaş: Revandina Silêman Ehmed, sansûrkirin e 2024-01-19 09:01:20 AMED - Rojnamevan û edîtorê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Elî Ertaş ku bal kişand ser rewandina edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed, da zanîn ku weke berê qetil nakin, lê bi revandinê bêdeng dikin û wiha got: “Mirov dikare wekî sansûrkirinê pênase bike.”   Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hat revandin. 87 roj in agahî jê nayê girtin. Gelek caran hempîşe û hevalên Ehmed ji bo hevdîtinê serî li hikûmeta PDK’ê dan, lê tu encam nehatin girtin. Herî dawî jî hatibû ragihandin ku dê ji bo Silêman Ehmed serî li saziyên navneteweyî bidin.   Rojnamevan û Midûrê ji Karên Nivîsan Berpirsyar ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, têkildarî rewşa rojnameger Silêman Ehmed ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    Mehmet Alî Ertaş   ‘RAYEDARÊN PDK'Ê DESTÛR NADIN’   Ertaş, anî ziman ku PDK weke AKP’ê tevdigere û destnîşan kir ku çawa di salên 90’î de rojnamegerên kurd ku rastî derdixistin holê direvandin, winda dikirin, qetil dikirin, niha jî PDK bi heman rêbazê tevdigere. Ertaş, diyar kir ku PDK îro li gorî peymana hikûmeta Tirkiyeyê tevdigere û ji ber ve yekê jî polîtîkayên Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê jî di meriyetê de ne. Ertaş, da zanîn ku PDK di rêya AKP’ê de diçe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Edîtorê Rojnewsê dema ku di 25’ê cotmehê de li ba malbata xwe ya Helebê vegeriya, li Sêmalkayê ji aliyê PDK’ê ve hat binçavkirin. Hefteya ewilî gotibûn ‘Ehmed li cem me ye.’ Di 2’yê çileyê de parêzeran serlêdan kiribûn û dadgehê gotibû ku hûn dikarin biçin bibînin. Lê rayedarên PDK’ê destûr nadin. Li gel ku Silêman Ehmed di destê wan de ye jî, destûr nadin ne malbat ne jî parêzer biçin cem wî. Dixwazin wî winda bikin.”   ‘PDK DIXWAZE TIFAQA KURD Û EREBAN XERA BIKE’   Ertaş, diyar kir ku Silêman Ehmed edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê ye û da zanîn ku PDK bi vê kiryara xwe hewl dide têkiliyên kurd û ereban jî qut bike. Ertaş, destnîşan kir ku çawa dewletên navneteweyî naxwazin gelên Rojhilata Navîn bibin yêk, îro PDK jî bi fermana AKP’ê dixwaze vê têkiliya di navbera gelan de qut bike û wiha berdewam kir: “PDK, ji bo dengê gelê kurd û ereb bi hev re dernekeve û tifaqa xwe ava nekin, di şexsê Silêman Ehmed de tifaqa kurd û ereban xerab dike.”   ‘LI DIJÎ YEKITIYA GELAN IN’   Ertaş, diyar kir ku armancên PDK’ê û AKP'ê mîna hev in. Ertaş da zanîn ku PDK, li gorî Tirkiyeyê, Tirkiye jî li gorî NATO’yê tevdigere. Ertaş, bi bîr xist ku NATO’yê di sala 2003’yan de projeya "BOP'ê"’ îmze kiriye ku ev proje projeyeke mezin ya Rojhilata Navîn e. Ertaş, bi domdarî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî vê projeyê dixwazin hemû serweriya xwe li Kurdistan û Rojhilata Navîn belav bikin. Naxwazin civak bên cem hev, gel bibin yek. Îro PDK jî AKP jî vê yekê dixwazin. Anku li dijî yekitiya gelan, civakê û baweriyan in. Ji ber ku îro Silêman Ehmed jî edîtoriya erebî dike, di şexsê Silêman Ehmed de dijmintiya yekitiya gelan dikin. Armanc, li dijîbûyîna yekitiya gelan e.”   ‘MIROV DIKARE WEKE SANSÛRÊ PÊNASE BIKE’   Ertaş, diyar kir ku du nasnameyên Silêman Ehmed hene û yek nasnameya wî ya erebî, yek jî ya rojnamevaniyê ye. Ertaş, bi lêv kir ku Ehmed ji aliyê pîşeya xwe ve pirsgirêkên civakê tîne ziman û ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê dikeve di nava lêgerînekê de. Ertaş, anî ziman ku Ehmed ji ber pîşeya xwe rastiyê, heqîqetê derdixîne holê û wiha pê de çû: "Çawa di salên 90’î de rojnamevanên ku rastî derdixistin holê hatibin qetilkirin, îro jî heman tişt heye. PDK naxwaze rastî derbikeve holê, naxwaze qirêjiyên wan derkevin holê. Weke me got, Ehmed weke rojnamegerekî dengê civakê ye. Ji ber ku dengê civakê belav dike, wî bêdeng dikin. Mirov dikare vê rewşê weke sansurkirinê pênase bike. Belkî qetilnekiribin lê bêdeng kirine. Ev jî polîtîkayek pergala nû ye. Belkî weke berê qetilkirin rastî bertekên zêde bên, lê niha roj bi roj, hêdî hêdî tune dikin. Vedişêrin û winda dikin da ku ji nava civakê tune bikin û bidin jibîrkirin. Lewma divê hemû rojnameger lê xwedî derbikevin. Di şexsê Silêman Ehmed de dengê hemû rojnamegeran tê qutkirin.”   ‘XWEDÎ LI SILÊMAN EHMED DERKEVIN’   Ertaş, bi bîr xist ku îro Silêman Ehmed hat revandin, windakirin, di be ku sibê rojnamegerek din bê windakirin. Ertaş, diyar kir ku heta niha li Xezeyê 212 rojnameger hatine qetilkirin û ji bo ku rastiyên şer neyên dîtin rojnameger dibin hedef. Ertaş, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê yekê jî divê hemû rojnameger li hempîşeyê xwe xwedî derbikevin û bibin dengê Silêman Ehmed. Di aliyê hiqûqî, siyasî û rojnamegeriyê de hewce ye dengê wî bilind bikin û li her derî belav bikin. Di serî de komele û sendîkayên rojnamegeran mafên wî biparêzin. Sendîkayên navneteweyî divê mafên wî biparêzin. Em jî bang dikin ku bila rojnameger Silêman Ehmed tenê nehêlin û li wî xwedî derbikevin. Em binçavkirin û windakirina wî şermezar dikin. Em dixwazin hikûmeta PDK'ê dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêjî berde û Silêman Ehmed serbest berde.”   MA / Bazîd Evren