Li navçeya Dihê li navnîşaneke xeyalî 197 hilbijêr hatine qeydkirin 2024-01-19 11:58:48 SÊRT - Derket holê ku li navçeya Dihê yek jê xeyalî li gelek navnîşanan hilbijêr hatine qeydkirin.     Beriya hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bên kirin, li gelek cihan qeydên hilbijêrên xeyalî derdikevin holê. Bi taybetî li herêmên ku nifûsa wan kêm e bi hezaran polîs û leşker tên veguhestin. Yek ji cihên ku hilbijêr lê tên veguhestin jî bû navçeya Dihê ya Sêrtê. Li navçeyê AKP’ê bi 3 hezar û 304 dengan şaredarî bi dest xist. HDP’ê jî hezar û 664 deng bi dest xistin. Di hilbijartinên giştî de DEM Partiyê hezar û 975, AKP’ê 850, CHP’ê 536 deng wergirtin. Li navçeyê di 5 mehan de ji sedî 15,6 hejmara hilbijêran zêde bû. Hejmara hilbijêran ji 11 hezar û 20’an derket 12 hezar û 748’an. Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê ve hezar û 728 hilbijêr zêde bûne.    Dema hilbijartina dawî li ber çavan were girtin, tê dîtin ku zêdebûneke kêm jî bandorê li hilbijartina li vir dike. Di hilbijartinên Gulana 2023’yan de li navnîşana Hejmara: 29/3 ya Cadeya Sûltan Alparslan a Taxa Dihê tenê 32 hilbijêr qeydkirîne lê niha div ê navnîşanê de 397 hilbijêr qeydkirî ne, ji van tenê 24 hilbijêr di hilbijartina beriya niha de weke hilbijêrê navenda navçeyê xuya dikin.   LI GORÎ HILBIJARTINÊN MEHA GULANÊ ZÊDEBÛNEKE MEZIN HEYE   Dîsa li hejmara 29/2’yan a heman taxê ya di hilbijartinên Gulana 2023’yan de tenê 13 hilbijêr lê qeydkirî bûn, niha 78 hilbijêr lê qeydkirî ne. Ji van tenê 8 hilbijêr di hilbijartina beriya niha de weke hilbijêrê navenda navçeyê xuda dikin. Di hejmara 29/1’an a vê taxê de jî di hilbijartinên Gulana 2023’yan tenê 8 hilbijêr qeydkirî bûn lê niha 59 hilbijêr qeydkirî ne.    LI DEHAN NAVNÎŞANAN HILBIJÊR HATIN VEGUHESTIN    Di hejmara 129’an a Cadeya Hayrî Ozlu ya Taxa Dihê jî di hilbijartina Gulana 2023’yan de 38 hilbijêr hebûn lê niha 165 hilbijêr qeydkirî ne. Ji van 137 hilbijêr di hilbijartina beriya niha de weke hilbijêrên navenda navçeyê xuya nakin. Li taxên Fatîh û Sarigul ên navçeyê jî li dhean navnîşanan di navbera 7 û 10’an hilbijêr hatine qeydkirin.    LI NAVNÎŞANÊN NEYÎ QEYDA HILBIJÊRAN HATIYE KIRIN    Dîsa li navnîşana bi hejmara 5’an a Qada Demokrasiyê ya 15’ê Tîrmehê ya Taxa Fatîhê ku di hilbijartina beriya niha de kes lê neyî, 197 hilbijêr hatine qeydkirin. Di lêkolîna hate kirin de derket holê ku navnîşaneke wiha nîne.    TEMAMÊ KESÊN LI 3 NAVNÎŞANAN HATINE QEYDKIRIN MÊR IN    Hevserokê DEM Partiyê yê Dihê Mahfûz Atabay, diyar kir ku hilbijêr veguhestine Qada Bajêr jî û anî ziman ku dê li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz bikin. Atabay, diyar kir ku hilbijêrên li van her sê navnîşanan ku zêdetir ji gundên Dihê hatine, temamê wan mêr in û anî ziman ku qeydkirina wan nelirêtî ye.    MA / Fethî Balaman