Kedkarê Çapemeniya Azad Karaagar hat bibîranîn 2024-01-19 13:01:43 WAN - Kedkarê Çapemeniya Azad Orhan Karagar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Wanê hat bibîranîn.    Belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Taxa Xaçort a Wanê hate bibîranîn. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bîranîn li dar xist. Endamên malbata Orhan Karaagar, Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya  Gelan (DEM Partî), Dayikên Aştiyê û gelek rojnameger tev li bîranînê bûn.    'JI HÊLA HÊZÊN TARÎ VE HATE QETILKIRIN’    Di bîranînê de Nûnerê DFG’ê yê Wanê Adnan Bîlen axivî û got ku dê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin ji bîr nekin. Bîlen, bi domdarî wiha got: “Di şexsê Orhan Karaagar de em tevahiya şehîdên Çapemeniya Azad bi bîr tînin. Hevalê me 31 sal berê ji hêla hêzên tarî ve hate qetilkirin. Ji aliyê hêzên ji hêla dewletê ve hatin xwedîkirin û mezinkirin ve hate qetilkirin. Ji roja hatiye qetilkirin heta niha di her bîranînê de em dixwazin ku kujerên wî bên dîtin û cezakirin. Mîna kujerên Mûsa Anter û Burhan Karadenîz û şehîdên Çapemeniya Azad, kujerên Orhan jî ji hêla dewletê ve hatin veşartin. Heke kujerên wî bihatina girtin û darizandin, ne Hrant Dînk ne jî rojnamegerên din nedihatin qetilkilrin. Ji bo girtin û darizandina kujeran em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    'TÊKOŞÎNA WAN DIDOME’   Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî got ku Karaagar dema ji bo heqîqetê têdikoşiya hatiye şehîdkirin û wiha got: “Ev bû 31 sal hêj jî faîlên hevalê me nehatine dîtin. Her çend ku bi ser re 31 sal derbas bibin jî em li vir in. Hevalên me bi xwîna xwe têkoşiyan. Kevneşopiya ku wan bi xwîna xwe ava kir, heta roja me didome. Têkoşîna wan hêj didome. Heke îro çapemeniya kurd heqîqet û rastiyê vebêje, ev bi saya bedelên hevalên me ye. Ev jî ji bo rûmet e. Em ê têkoşîna wan bidomînin.”    'ÊŞA ME HÊJ MÎNA ROJA EWIL E’   Birayê Orhan Karaagar, Nîzam Karaagar ku piştî 30 salan 4 meh berê hatibû tehliyekirin jî di bîranînê de wiha got: “Bi ser re 31 sal derbas bûn lê hêj jî êşa me mîna xwe ye. Weke ku Hz. Muhammed gotiye; ‘Dema we mirovek qetil kir, weke ku we tevahiya mirovahiyê qetil kiribe ye.’ Weke ku di helbesta Ahmet Arîf de jî hatiye gotin, tu hevalên me di vî şerî de têk neçûn. Lê xefik danîn û bi hovane qetil kirin. Heke armanca wan kêmkirin be, ew bi xwe kêm bûn. Heke armanca wan tarîtî be, ew bi xwe di tarîtiyê de man. Em her tim li vir in û xwedî lê derdikevin.”