Girtî Ethem Karagoz piştî 30 salan hate berdan 2024-01-19 14:06:42   ÎZMÎR - Ethem Karagoz ê piştî 30 salan ji Girtîgeha Şakranê hate berdan, bi tilîliyan hate pêşwazîkirin.    Ethem Karagoz (50) ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklar a Îzmîrê dihate ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Karagoz, di sala 1994’an de li navçeya Bismil a Amedê bi îdiaya “Hewl daye axa di bin serweriya dewletê de parçe bike” hate binçavkirin û girtin. Di doza li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) a Amedê li Karagoz hate vekirin de cezayê hefsê yê muebbedê lê hatibû birîn.    BI TILÎLIYAN HATE PÊŞWAZÎKIRIN   Karagoz ê li Girtîgehên Amed, Erzirom, Dîlok, Bûrdûrê û herî dawî li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê hate ragirtin, li ber girtîgehê ji aliyê malbat û xizmên xwe, Dayikên Aştiyê û rêveberên EGE TUHAY-DER’ê ve bi tilîliyan hate pêşwazîkirin.    BANGA XWEDÎDERKETINA LI GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Karagoz ê di derketina girtîgehê de axivî, anî ziman ku derketina piştî 30 salan a ji girtîgehê cihê keyfxweşiyê ye anî ziman ku lê ji bo bi hezaran hevalên xwe yên li pey xwe hişt xemgîn e. Karagoz axaftina xwe wiha domand: “Li girtîgehê morale hevalan bilind e. Ji herkesê re gelek silavên wan hebûn. Li wir jî têkoşînek heye. Ji bo her tişta li derve tê kirin ew jî keyfxwe dibin. Ji bo ku li girtîgehan jiyaneke xweş çêbibe û li welatê me aştî pêk were di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Divê wan bi tenê nehêlin.”   Karagoz, piştî rojekê li Îzmîrê mad ê derbasî navçeya Bismil a Amedê.