Hrant Dînk di 17’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn 2024-01-19 14:44:12 STENBOL - Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk di 17'emîn salvegera qetilkirina xwe de li ber avahiya rojnameyê ya ku lê hatibû qetilkirin hat bîranîn. Di bîranînê de ev peyam hat dayîn: "Em tevî kesên ku hewl didin me ji hev cuda bikin û bikin dijminên hev jî, her sal wekî îro li vir tên cem hev û bi hev re diqîrin, dibêjim 'ji eksa faşîzmê re tu birayê min î Hrant.'"    Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk ku di 19'ê Çileya 2007'an de li ber avahiya rojnameyê ji aliyê kujer Ogûn Samast ve hat qetilkirin, hat bibîranîn. Di 17'emîn salvegera qetilkirinê de pankarta bi wêneyê Dînk û nivîsa "Cinayet 17 salî ye" li avahiya berê ya rojnameyê hat daliqandin. Di bîranînê de li ser peyarêya ku Dînk lê hatibû gulebarankirin hinar, qurnefîl û rojnameya Agosê hatin danîn. Malbata Dînk, hevalên wî û parlementer jî di nav de, gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, rojnamevan û nivîskar beşdarî bîranînê bûn.   Beriya bîranînê qada di navbera Xaçerêya Osmanbey û Muzeya Harbiyeyê de ji aliyê polîsan ve ji bo çûnhatinê hat girtin û qada ku bîranîn lê pêk hat jî hat dorpêçkirin. Kesên ku xwestin beşdarî bîranînê bibin rastî lêgerîna polîsan hatin. Beriya bîranînê li cihê ku Hrant Dînk lê hat qetilkirin pankarta "Ji bo Hrant edalet" û "Ji bo Hrant dad" hat vekirin û qurnefîl û mûmên sor hatin danîn.    Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên "Em hemû Hrant in, em hemû ermenî ne", "Ji eksa faşîzmê tu birayê min î Hrant", "Yê kujeran diparêze hevkarê kuştinê ye", "Bijî biratiya gelan" dest pê kir.    Di bîranînê de nameya Çîgdem Mater a ku ji ber Doza Geziyê di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de girtiye ji aliyê keça Fehmî Tosûn ê di girtîgehê de hat windakirin Besna Tosun ve hat xwendin. Piştre axaftinên berê yên Dînk hatin guhdarîkirin.   Piştre metna bîranînê ya îsal, ji aliyê rojnamevan û nivîskar Oya Baydar ve hat xwendin. Baydar ku li qada bîranînê bi silavkirina girseya gel dest bi axaftina xwe kir, got: “Bira, heval, dost û hevalên Hrant ên hêja, mirovên aştîxwaz, xwedî wijdan ku îro nikaribûn li vir bin, lê dilê wan bi me re dişewite. Bi gotinên jibîrnekirî yên hêja Rakel Dînk, 17 sal berê li vir, li ber vî deriyî hat qetilkirin. Belê Hrant hem hilgirê derd û kulên vî welatî bû û hem jî derman û wijdanê gelê mezlûm bû."   Baydarê di berdewama axaftina xwe de got: "Tu wijdanê me yî Ahparîg. Dibe ku her tişt û her kes bê kuştin, lê wijdan nayê kuştin. Lewma tu her sal, di 19'ê Çileyê de ji bo me ji nû ve vedijî. 19'ê Çileyê wijdanê vî welatî û biratiya vî welatî ye. Divê wiha bê pîrozkirin. Silav ji bo kesên xwedî heman nirxan. Silav ji bo wan kesan ku bi wêrekî ji bo van nirxand sond xwarine. Silav ji bo wan kesan ku ji ber van nirxand di zindanan de ne."   Piştî ku Baydar got "Em li vir in Ahparîg" girsyeê bi yek dengî dirûşmeyên "Heya em nebêjin qediyaye dê ev doz bidome" û "Bijî biratiya gelan" berz kir.