Li gelek bajaran Hrant Dînk hate bibîranîn: Em ji bîr nakin 2024-01-19 15:03:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Hrant Dînk di 17'emîn salvegera qetilkirina xwe de li gelek bajaran hate bibîranîn. Di bibîranînan de peyama "Me ji bîr nekir, em ê nedin ji bîr kirin" hate dayîn.    Bi ser qetilkirina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê re 17 sal derbas bûn. Dînk di salvegera qetilkirina xwe de li gelek bajaran bi daxuyanî û aktîvîeyan hate bibîranîn.    EDENE   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê li Parka Înonuyê daxuyanî da. Di bîranînê de wêneyên Hrant Dînk û qûrnefîl hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo ku mirov li vî welatî ne bi diltirsîna kevokê bi awayekî wekhev û azad bijîn… Ji bo Hrant Dînk edalet” hate hilgirtin û her tim dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Em hemû Hrant in em hemû ermen in” hatin berzkirin.    Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê Azîz Sari destnîşan kir ku Dînk ji aliyê avaniyên birêxistinî yên kûr ve ku ketina nava dewletê hate qetilkirin. Sari, bal kişand ku kesên çavên xwe ji cînayetê re girtine dernexistine holê û wiha got: “Sedema parastina berpirsiyaran nepêkanîna lêpirsîneke serbixwe, bi bandor û berfireh a di vî warî de û encama siyaseta bêcezahiştinê ye   Bîranîn bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    MÊRSÎN    Şaxa ÎHD’a Mêrsînê jî bi daxuyaniya ku li Parka Ozgur Çocûkê da, Dînk bi bîr anî. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Di bîranînê de pankarta “17 salên bêyî ku hesabê tarîtiya ku kujeran afirandiye bê pirsîn. Ev doz bi dawî nebûye!” hate vekirin. Serokê Şaxa ÎHD’ê Gazî Încî yê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Hran Dînk her tim bi awayekî xwezayî piştevaniya têkoşîna me ya li dijî nijadperestî û cihekariyê kir. Ew dijminê nefret û pêşdaraziyê bû.”   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.    HATAY   Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê li konteynira ku komele lê ye Dînk bi bîr anî. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Ayten Kilinç, Hrant Dînk bi bîr anî û wiha got: “Em weke parazvanên mafên mirovan weke duh îro jî di têkoşîna me ya li dijî nijadperestî, cihekarî û nefretê de Hrant Dînk li cem xwe hîs bikin û di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”   RIHA    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê jî têkildarî salvegera qetilkirina Hrant Dînk li avahiya xwe daxuyaniyek da. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniya ku pankarta “Me Hrant Dînk ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin” hate vekirin de Hevserokê Şaxa ÎHD’a Rihayê Îsmaîl Tûtal axivî.   Tûtal, anî ziman ku kuştina Hrant Dînk encama nijadperestiya tirkan e û got ku ev cînayetek bi nefreta li dijî ermenan pêk hatiye. Tûtal, bal kişand ku Hrant Dînk alîgirê diyaloga di navbera ermen û tirkan de bû û wiha got: “Hemû kesan hebûna ermenan û cihêkariya ku diqewime cara yekem ji wî bihîst. Wî her tim qala aştî û xwişk û biratiya gelan kir. Ji ber wê jî ji aliyê nîşadperestan ve bû hedef. Lê kujerên wî weke her car ji ber polîtikayên bê cezahiştinê yên dewletê nehatin cezakirin û hê jî tên parastin.”   MELETΠ   Hrant Dînk, li ber mala jê dayîkbûyî ya li taxa Çavûşoglû ya Meletiyê hate bibîranîn. Ji bilî nûnerên pêkhatiyên Platforma Ked û Demokrasiyê nûnerên gelek sazî û partiyên siyasî jî beşdar bûn. Di daxuyaniya bi ermenkî û tirkî pankarta “Hrant Dînk ji bîr neke, nede ji bîr kirin” hate vekirin û wêneyên Hrant Dînk hatin hilgirtin. Girseyê dirûşmeyên “Bijî xwişk û biratiya gelan” û “Hrant ji bîr neke, nede ji bîr kirin” berz kirin.    Metna daxuyaniyê ji aliyê Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Meletiyê Melîh Kop ve hate xwendin. Kop, diyar kir ku Hrant Dînk di encama dijminatiya ermenan de hate qetilkirin û bal kişand ku tevî ku 17 sal bi ser re derbas bûne jî faîl nehatine cezakirin. Kop, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Divê neyê ji bîr kirin ku Ogun Samast ê weke tetîkkêş di vê komkujiyê de hate bikaranîn di rojên borî de hate berdan. Kuştina Hrant Dînk encama nijadperestiya tirkan e û cînayeteke bi nefreta li dijî ermenan pêk hatiye ye. Em ê di têkoşîna xwe ya ji niha şunde de Hrant Dînk li cem xwe hîs bikin, têkoşîna xwe bi wî re bidin.”   ÎZMÎR    Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Zîlan Gumuş a di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Hrant Dînk neyarê nijadperestî, nefret û pêşdaraziyê bû. Dostê kesên alîgirên maf û edaletê bû.”