‘Paradîgmaya Ocalan jehrkuja tecrîda li welat belav dibe ye’ 2024-01-19 16:41:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya Nobeta Edaletê ya li gelek bajaran de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin. Di peyamên çalakiyê de hat gotin ku paradîgmaya Abdullah Ocalan, jehrkuja tecrîda li welêt belav dibe ye.    Çalakiyên Nobeta Edaletê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatine destpêkirin îro jî berdewam kirin.     EDENE    Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 47’an de berdewam dike. Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyên Edeneyê îro serdana çalakvanan kirin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Çalakvanan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û girtiyan kirin.    AMED    Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 46’an de berdewam kir. Dayikên tev li nobetê bûn pêşmalkên ku bi tirkî û kurdî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û bi stranên gotin destnîşan kirin ku dê berxwedana xwe bidomînin.   Nobet bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” û bi stranên kurdî berdewam kir.    ÎZMÎR   Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) li avahiya Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Egeyê ya li Îzmîrê hatiye destpêkirin berdewam kir. Di nobetê de her tim dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Jinart Huner, rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Seferîhîsar û Çeşmeyê û parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin serdana çalakvanan kir.    Dayika Firat Yagmekan ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin, Sûltan Yagmekan, bertek nîşanî gotinên gotinên Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşenerê yên “Em berê bûn şahidê cînayetên siyasî lê merdane bûn” da.   Dayik Yagmekan axaftina xwe wiha domand: “Mirovên me hatin windakirin, 30 sal in li ku ne em nizanin. Bi hezaran mirovên me wiha hatin qetilkirin. Li Mêrdînê leşkeran em li qadan kom dikin, gundî digirtin û dibirin. Bi mehan me nedizanî ka li ku ne, dema me dipirsî jî nedigotin. Malên me hilweşandin û sotin. Herkes neçar ma ku koç bike. Ev merdane bûn? Kuştina zarok û jinan merdane ye?”   Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin jî bal kişand ser şer û pevçûnên berdewam dikin û wiha got: “Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêkeke nava Tirkiyeyê ye, bandorê li Rojhilata Navîn jî dike. Tecrîd jî li ser vê yekê pêş dikeve. Em naxwazin komkujiyên di dîroka me ya 100 salan de pêk hatin di vê sedsalê de jî pêk bên.”   STENBOL      Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, di roja 38’emîn de li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê berdewam kir. Malbatên girtiyan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî”  hatin berzkirin. Jinên ku tev li çalakiyê bûn, stranên kurdî gotin. Kesên serdana çalakiyê kirin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan xwestin.    WAN     Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin di roja 46’an de berdewam kir. Komîsyona Taxa Esenlerê serdana nobetê kir û tevahiya rojê serdana saziyên cuda berdewam kir.    ‘EM Ê BI PARADÎGMAYA OCALAN JI TECRÎDÊ RE BIBIN BERSIV’    Cemîl Arman ê di nobetê de li ser navê Komîsyona Taxa Esenlerê axivî, anî ziman ku pergala tecrîdê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke jehrê welat dorpêç kiriye û wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê li dijî Abdullah Ocalan tê pêkanîn niha bandor li her derê kiriye. Jehrbira li dijî vê jehra tecrîdê hatiye pêşxistin jî paradîgmaya Ocalan a gerdûnî bûye ye. Ev paradîgmaya gerdûnî bû, li dijî zilm, zext, kapîtalîzm û tecrîdê bûye jehrbir. Me çareserî di vê paradîgmayê de dît. Paradîgma ne tenê ji bo gelên Kurdistanê ji bo hemû glean bû xeta têkoşînê xeta çareseriyê. Divê li dora paradîgmayê bibin yek û vê xeta têkoşînê berfirehtir bikin. Li dijî tecrîdê em ê bi vê paradîgmayê bibin bersiv.”   Dayika girtiyê nexweş Botan Tîmûr, Aslihan Tîmûr jî anî ziman ku edaletê dixwazin û wiha got: “Em naxwazin zarokên me bimirin. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Gelê kurd dixwaze êdî ji birêz Ocalan agahiyê bigire. Bi salan e nikarin agahiyê ji Ocalan bigirin, ne parêzer ne jî malbata wî dikare pê re bikeve têkiliyê. Niha li çar aliyê welat dayikên aştiyê û malbatên girtiyan daxwaza edaletê dikin. Divê hemû gel di van daxwazan de bibin yek û piştgiriyê bikin. Em ê li dijî şer parastina aştî û edaletê bidomînin.”   Çalakî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.    MÊRDÎN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê hatiye destpêkirin bi serdanên welatiyan berdewam kir. Çalakvanan daxwazên xwe dîsa dubare kirin. Ji çalakvanan Dayika Aştiyê Sûltan Acibuca diyar kir ku daxwaza wan tenê rakirina tecrîdê nîne û ew azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin.    Acibuca wiha got: “Ev 25 sal in em li pey aştiyê ne. Êdî bes e. Bila Serokê me azad bibe. Dema serokê em azad bû em jî dê azad bibin. Dê tirk jî kurd jî azad bibin. Dê şer nebe. Bi sala ye em bang li dayikên tirk dikin. Bila destê me li hewa nehêlin. Zarokên me çima dimirin? Kurdan xaka tu kesî dagir nekiriye. Li Efrînê heta şaxên zeytûnan jî dibirin. Her darek ji bo caneke. Dema wan dibirin, canê me jî diêjeşe. Weke ku destê me bibirin. Ne tenê li dijî me, serokê me û gerîla, her wiha li dijî darên me jî şer dikin. Em dixwazin serokê me tavilê azad bibe. Em daxwaza girtiyan dixwazin. Zarokên me hatine girtin û dibin cihên herî dûr. Em nikarin bibînin jî. Çi tiştekî zalimane hebe tevekan dikin. Em dixwazin girtî azad bibin. Beriya her tiştekî em daxwaza azadiya Serokê xwe dikin.”