Biryara beraetê ya der rojnamevan Ayşe Kara de hat xerakirin 2024-01-20 09:10:12 AMED - Biryara beraetê ya ji bo rojnameger Ayşe Kara ku bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" dihat darizandina û dihat xwestin 15 sal ceza lê bê birîn, ji aliyê îstinafê ve hat xerakirin.    Der barê rojnameger Ayşe Karayê de ku di 26'ê Hezîrana 2020'an de li Amedê di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, biryara beraetê hatibû dayîn. Dadgeha Îstinafê biryara beraetê xera kir.    Doza ku bi hinceta ji ber endamtiya xwe ya Komleya Rojnamevên Azad (KRA) û Kongreya Jinên Azad (KJA) yên bi KHK2Ê hatin girtin û ji ber meşa ku di sala 2016'an li Mêrdînê wekî rojnamevan şopandiye hat vekirin û hat xwestin 15 sal ceza li Karayê bê birîn, ji Dadgeha Edlieya ya Herêmê ya Amedê re hat şandin.    Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê di 9'ê Mijdara 2021'ê d ebiryara beraetê da. Lê Serdozgeriya Komarê ya Amedê îtiraz kir û serî li Dadgeha Edlî ya Herêmê da. Dadgehê îtiraza dozgeriyê lêkolîn kir, îşaret bi biryara Dadgeha Bilind kir ku beşdariya li civînên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) yên di navbera 2011-2013'an de bi tena serê xwe wekî delîl an jî xebatên rêxistinê nayên qebûlkirin.    Îstinafê derpêş kir ku dadgeha herêmî di pêvajoya biryardayînê de, li benda encama lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Karayê de daye destpêkirin nesekiniye û nehatiye lêkolînkirin ku ka berdewamiya di tawanbarkirina de bûne sedema "endamtiya rêxistinê" yan jî "alîkariya ji bo rêxistinê" yan na.    Her wiha îstinafê diyar kir ku dadgeha herêmî lêkolîn nekiriye ku ka Ayşe Kara "bernav" bi kar tîne yan na û li ser bangên rêxistinê tevlî çalakiyan dibe yan na.    Dadgeha îstinafê ku bi sedema lêkolîneke kêm biryara dadgehê xera kir, ji bo jinûvedarizandinê dosyeyê ji Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê re şand.