Bersûcê kuştina Hîcret Canê hate berdan 2024-01-20 12:58:18   RIHA  - Bersûcê têkildarî kuştina karmenda tenduistiyê Hîcret Canê (24), Mahmût Surucu yê hatibû binçavkirin, hate berdan.    Duh bi şev Hîcre Can di mala xwe ya li taxa Karakopruya Rihayê de, wek bi çekê hatiye kuştin, hate dîtin. Hevalê Canê, Mahmût Surucu yê wek bersûcê kuştinê hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hate berdan.    Karmenda li Nexweşxanaya Dev û Tenduristiya Diranan a Rihayê dixebitî, duh bi şev bi hevalê xwe Mahmût Surucu re nîqaş kir. Piştî nîqaşan dengê çekê hat û Mahmût Surucu ji malê derket. Surucu ji cîranên xwe yên rewşê pirsîne re wiha got: “Me nîqaş kir, xwe kuşt.”   Piştî agahîdayînê, polîsan Surucu binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Li pey karûbarên îfadeyê, Surucu îro sewqî Edliyeya Rihayê hate kirin. Surucu piştî karûbarên îfadeyê yên li Edliyeyê, bi şertê kontrola edlî, hate berdan.    Hat zanîn ku Can girêdayî navçeya Hezexa Şirnexê ye û endama Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ye.