DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartina sibê were kirin bang kir 2024-01-20 13:56:42   AMED - Hevserokên DEM Partiyê yên Amede ji bo hilbijartinên bernamzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bernamzetên hevşaredarên ji tûra duyemîn re man ku dê li Amedê bên kirin, bang li delegeyan kir ku biçin ser sindoqan û dengên xwe bikarbînin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêşhilbijartinên xwe yên ji bo diyarkirina namzetên hevşaredariyê yên ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê li dar dixe, didomîne. Ji ber pirsgirêkên teknîkî yên li Amedê 4 navçeyên navendî li 17 navçeyan hatine danîn derketin, pêşhilbijartina di navbera bernamzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate kirin de hate betalkirin. Hilbijartinên ji aliyê Koordînasyona Hilbijartinê ya Amedê ya DEM Partiyê ve tên organîzekirin dê careke din bên kirin.    Sibê li Amedê 4 jê navçeyên navendî li 17 navçeyan careke din dê ji bo bernamzetên hevşaredariyê yên bajarê mezin û hevşaredarên navçeyan ên ji tûra duyemîn re man sindoq bên danîn. Delege ji bo hem namzetên hevşaredariyê yên navçeyan hem jî namzetên hevşaredariyê yên bajarê mezin diyar bikin dê biçin ser sindoqan.    SINDOQ DÊ LI KU BÊN DANÎN?   Li Peyasê li Eywana Dawetê ya Zîrveyê, li Bajarê Nû dê li Eywana Dawetê ya Kaplanê, li Rêzanê dê li Eywana Dawetê ya Geterlerê, li Sûrê dê li Eywana Dawetê ya Nîlgunê, li Erxeniyê li Eywana Dawetê ya Taş Kardeşler, li Farqînê li Eywana Dawetê ya Gold Parkê, li Hênê jî li Qehwexaneya Navendê dê deng bên bikaranîn.    Li 10 navçeyên din ên Amedê jî dê pêşhilbijartin li avahiyên Rêxistinên DEM Partiyê yên Navçeyan bên kirin.    ENCAMÊN HILBIJARTINAN ÊN LI NAVÇEYAN ÇAWA NE?   * Li navçeyên Şankûş, Çermûg û Pîranê dê bi pirsîna ji gel bernamzetên hevşaredariyan bên diyarkirin. Li navçeya Gêlê di hilbijartinên tûra ewil de Mehmet Zulkuf Polat hatibû hilbijartin.    Bernamzetên li navçeyan dikevin hilbijartinê wiha ne:     * Peyas: Cengîz Dundar û Alî Riza Yildirim   * Rezan: Leyla Ayaz û Roza Hanım Altındağ û Mehmet Devîren û Siraç Çelîk    * Sûr: Gulistan Sevîtek û Fatma Onkol û Adnan Orhan û Mehmet Asana    * Erxenî: Bîrsen Azak Bayar û Mûkaddes Dogan û Şiyar Guldiken û Ferman Aslan    * Bismil: Gulsum Ozturk û Mizgîn Tekîn û Guven Tanrikûlû û Orhan Ayaz    * Farqîn: Kadrî Esen û Mehmet Kaydû û Naşîde Toprak û Sevîm Bîçîcî    * Karaz: Abdulbasît Yaşa û Mehmet Şik    * Licê: Dîlek Diyar Ozer û Revşan Karademîr û Bûrhan Erol û Firat Demîr    * Pasûr: Mûrat Îpek û Emîn Ay    * Hezro: Hasîbe Yazdik û Berfîn Bûldî û Erhan Guven û Halîs Ûlaş    * Xana Axpar: Mahmût Ûlûs û Mehmet Şerîf Arzû    Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn ji bo pêşhilbijartinê bang li delegeyan kirin ku tev li hilbijartinê bibin.    ‘EM BANG LI DELEGEYAN DIKIN KU BÊN SER SINDOQAN’    Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn ji bo eleqeya gelê Amedê ya nîşanî pêşhilbijartinê da ew pîroz kirin. Şahîn, anî ziman ku di pêvajoya dengdayîna gel de ne û wiha got: “Em ê ji bo namzetên hevşaredariyê yên bajarê mezin ê Amedê û hevşaredarên navçeyan diyar bikin tûra duyemîn a hilbijartinan li dar bixin. Hilbijartin dê li 17 navçeyan saet di navbera 09.00-17.00’an de dest pê bike. Em bang li hemû delegeyên xwe dikin ku biçin ser sindoqan dengê xwe bikarbînin.”   Şahîn, da zanîn ku dê bi namzetên ku bi şahiya demokrasiyê diyarkirine siyaseta demokratîk pêş bixin û wiha lê zêde kir: “Em ê qeyûm bişînin sergoyê dîrokê.”   Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn jî wiha got: “Ev hilbijartin di cîhanê de cara ewil e tên kirin. Ji bo ku demokrasiyê tacîdar bikin em hemû gelê xwe vedixwînin dengdayînê. Gelê me niha dîrokê dinivîse. Ev pêkanîn dê ji cîhanê re bibe model. Ji ber vê yekê bila delegeyên me li cihên ku lê ne dengên xwe bikarbînin.”