Malbatên Windakiriyan ji 4 bajaran bang kirin 2024-01-20 16:19:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên Windakiriyan, li 4 bajaran daxuyanî dan û faîlên xizmên xwe yên hatine windakirin an jî qetilkirin pirsîn. Malbatên windakiriyan bertek nîşanî gotinên Meral Akşenerê dan û wiha gotin: “Em bimirin jî wê neviyên me aqûbeta windakiriyan bipirsin.”   Çalakiya bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Malbatên Windakiriyan ve tê lidarxistin vê hefteyê li Amed, Şirnex û Êlihê berdewam kir.    AMED   Li Amedê ÎHD’ê û malbatên windakiriyan çalakiya hefteya 780’emîn li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de aqûbeta Nûrî Dayan û Omer Onen ên di 14’ê çileya 1994’an de li navçeya Xana Axpar a Amedê hatin windakirin hate pirsîn.    ‘ÎTÎRAFA CÎNAYETÊN HATIN KIRIN’    Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê di çalakiyê de axivî, îşaret bi zextan kir. Yilmaz, anî ziman ku 30 sal in têkoşîna windakiriyan dimeşînin û wiha got: “Hinekan gotin hin cînayetên siyasî bi merdane hatine kirin. Em vê penasekirinê weke îtîrafekê dinirxînin. Ev beyanên seroka giştî ya partiya siyasî û yek ji Wezîra Karên Derve ya wê demê îtîraf in. Divê ev feraset were terkkirin û hesab were dayîn.”   ‘EM BIMIRIN JÎ WÊ NEVIYÊN ME BIDOMÎNIN’    Pişt re hevjîna Onen Nezîre Baran axivî. Baran, da zanîn ku hevjînê wê li navçeyê piştî bi Nûrî Dayan re bi traktorê çûn êdî venegeriyan û wiha got: “30 sal derbas bûn. Ez li wî û hevalên wî diğerim. Ev êş nayê ji bîr kirin. Ez wan bi bîr tînim. Em dixwazin goreke wan hebe. Dewletê hem winda kir hem jî her roj bi ser malê de digirt. Ji min re pirsa ‘hevjînê te tev li PKK’ê bûye’ dikirin. Me jî ji wan re digot na we winda kiriye. Em piştî zilma dewletê li Amedê bi cih bûn. Îro neviyê min 13 salî ye. Em bimirin jî dê neviyên me vê rêyê bidomînin. Em ê vê têkoşînê bidomînin.”   Dû re endama Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî çîroka Omer Onen xwend. Pişt re daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    ÊLIH   Li Êlihê jî ÎHD û malbatên windakiriyan di hefteya 616’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Malbaten windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên OHD’ê, MEBYA-DER’ê, Baroya Êlihê, DEM Partî û DBP’ê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Şirîn Maltû yê di 31’ê çileya 1995’an de piştî li mezraya Zediya ya navçeya Hezo ya Êlihê hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate girtin. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Yûnûs Bagiş ê çîroka windakirina Maltû vegot, anî ziman ku heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna xwe bidomînin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    ŞIRNEX   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê ji bo kesên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin li Kolana Hunerê ya navçeya Cizîrê daxuyanî da çapemeniyê.    Endamê ÎHD’ê Lokman Dîrîcan ê di daxuyaniya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin de axivî, aqûbeta Omer Oner û Nûrî Dayan ê di sala 1994’an de li navçeya Çinarê hatine windakirin pirsî.    COLEMÊRG   Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windakiriyan di hefteya 106’an a çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” didomînin de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin bahev.    Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê tev li çalakiyê bûn û piştgirî danê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin.    BERTEK NÎŞANÎ GOTINÊN AKŞENERÊ DAN   Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz, di axaftina xwe de bertek nîşanî gotinên Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşenerê yên “Em berê bûn şahidê cînayetên siyasî lê merdane bûn” da.   Çapraz, anî ziman ku daxuyaniyên Akşenerê weke îtîrafê ne û wiha got: “Dewlet bi zanebûn parastina faîlan didomîne. Hûnê di xema malbat û zarokên kesên ku di kuştinên kiryar nediyar de hatine qetilkirin bixeniqin. Ev mirovên li vir kombûne ne bi armanca tolhildanê ji bo edalet pêk were û faîl bên dîtin li vir in.”   CANAN: AKŞENER JÎ DÊ BÊ DARIZANDIN    Lawê Abdullah Canan ê di 17’ê çileya 1996’an de li ser rêya Gever û Wanê piştî ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin cenazeyê wî 5 roj şunde ji aliyê gundiyan ve hate dîtin, Tayyup Canan jî axivî. Canan ê çîroka jiyan, revandin, qetilkirin û pêvajoya darazê ya bavê xwe ve vegot, wiha axivî: “Çend sal derbas bibin jî em ê tu carî dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Abdullah Canan, ji bo hemû windakiriyên xwe bernedin. Em ê bi bîr bixin ku dewlet neçar e di nava normên hiqûqê de tevbigere.”   Canan, anî ziman ku divê Wezîra Karên Hundir a serdema cînayetên kiryarên nediyar çêdibûn Akşener, tiştên dizane vebêje û wiha berdewam kir: “Heke Akşener ne axive, dê di rûperlên qirêj ên di dîrokê de cih bigire û were darizandin. Dewlet neçare cînayetên siyasî ronî bike. Em siyasetvanên ku xurîfîne yên li cem kujerên weke Akşenerê naxwazin.” Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.