TJA: Em hêzên pişt sûîqesta Kerkukê baş nas dikin 2024-01-20 16:22:39   AMED – TJA bertek nîşanî qetilkirina aktîvîsta jin a ji Hesekê Firyal Sulêman Xalid da û got: “Em hêzên pişt sûîqesta Kerkukê baş nas dikin.”   Aktîvîsta jin a ji Hesekê Firyal Silêman Xalid li bajarê Kerkuka Herêma Federe ya Kurdistanê hate qetilkirin. Têkildarî qetilkirina Xalid, Tevgera Jinên Azad (TJA), daxuyaniyeke nivîskî parve kir.    Daxuyaniya bi sernavê “Divê deriyên xaka Kurdistanê demildest ji feraseta ku dijmintiya jinan dike re bê girtin!” hatiye parvekirin, wiha ye:    “Li tevahiya cîhanê, di her serdemên dîrokê de jinên siyasetmedar û aktîvîst bûne hedefa desthilatdariyên feraseta serdest a zilam.    ‘HÊZÊN TARÎ YÊN GIRÊDAYÎ TIRKIYEYÊ’   Kesên ku bûn sedema qetilkirina jinên wekî Rosa, Sakîne, Sêvê, Nagihan, Evîn Goyî û Denîz Poyrazan car din li Kerkukê rûyên xwe nîşan dan. Fîryal Silêman Xalid, di 18'ê Çileya 2024'an de li ser rêya Kerkukê ji aliyê hêzên tarî yên girêdayî dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Em hêzên ku dema Fîryal Silêman Xalid ji bajarê Hesekê ber bi Kerkukê ve dihat, li dijî wê sûîqast pêk anîn baş nas dikin. Ev cînayeteke siyasî ye. Em ê destûr nedin ku, qetilkirina jineke aktîvîst bi tenê nirxandinên wekî lêpirsîn destpêkir bê berovajîkirin.    ‘RONÎKIRIN PEYWIRA PDK’Ê YE’   Hêzên ku beriya niha li Rojava, li Rojhilat, li Bakur û li Ewropayê bûn sedema qetilkirina jinan, bi heman rengî qetlîama Fîryalê jî pêk anîn. Ronîkirina qetlîamê, aşkarekirin û cezakirina kujeran peywira Hikumeta Federe ya Kurdistanê ye. Em wek jinên Kurd bang dikin ku, divê demildest deriyên xaka Kurdistanê ji feraseta faşîst, dermirovî û li dijberî jiyana azad disekine re bê girtin. Di şexsê Fîryal Silêman Xalid de em tevî qetlîamên siyasî şermezar dikin!    ‘NIKARIN TÊKOŞÎNÊ TÊK BIBIN’   Em feraset û hevkariyên ku deriyên Kurdistanê ji qetlîaman re vedikİN şermezar dikin! Tu hêz nikare ku bi qetlîam û bi sûîqastan têkoşîna azadiya jinê têk bibe. Li dijberî desthilatdariyên feraseta serdest a zilam dê têkoşîna me bidome, bi têkoşîna xwe ya azadiya jinê ve em ê xaka Kurdistanê jî azad bikin. Em ê dawî li qetilkirina jinan bînin.”