Ji bo girtî Keleş ê 82 salî û astengdar daxwaza berdanê hate kirin 2024-01-20 16:35:20   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest ku girtiyê nexweş Fahrettîn Keleş ê 82 salî û rapora wî ya ji sedî 96 astengdar e heye, demildest were berdan.    Endamên Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 489’an de li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin bahev. Endamên înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtî Fahrettîn Keleş ê 82 salî û tevî rapora wî ya ji sedî 96 heye jî nayê berdan.    Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen a di daxuyaniya ku pankarta “Tedawî maf e nikare were astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin de axivî, da zanîn ku qasî weke ÎHD tespîtkirine di girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene.    JI BO KELEŞÊ JI SEDÎ 96 ASTENGDAR E, DAXWAZA BERDANÊ   Çevîrmen, rewşa girtiyê nexweşê giran Fahrettîn Keleş ê li Girtîgeha Vekirî ya Sîncanê de tê ragirtin vegot û da zanîn ku Keleş ê 82 salî ye di 9’ê kanûna 2023’yan de 4 sal û 2 meh cezayê hefsê lê hate birîn û hate girtin.    Çevîrmen, diyar kir ku hevalên li cem girtiyê nexweş Keleş diman lê dinêrîn lê piştî ew girtî hatin berdan şertên jiyanî yên Keleş zehmet bûn û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Çevîrmen wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber temenê xwe yê pêşketî, nexweşiyên giran, edema ji ber nexweşiya gurçikê û her wiha felcbûnê divê bi lezgînî bê dermankirin û piştre divê li malê lê bê nêrîn, mayîna wî ya di girtîgehê de tê wê wateyê ku mafê wî yê jiyanê tê binpêkirin. Em daxwaz dikin ku Fahrettîn Keleş demildest bê berdan.”