ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2024’AN 2024-01-21 09:00:09   * Welatiyên ku li Cizîrê beşdarî pêşhilbijartinê bûn diyar kirin ku ew ê qeyûman bişînin û daxwaz kirin ku herkes xwedî li vîna xwe derbikeve û keyfxweşiya xwe ya ji pêşhilbijartinan wiha vegotin: "Ev dîmenê îro yê li vê derê tifaqiya me û serkeftina me nîşan dide."     * Sekreterê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Sînan Gunduz, anî ziman ku pirsgirêka herî kûr a qada perwerdehiyê ew e ku desthilata siyasî qada giştî dike qadeke olî û hewl dide bi nêrîna bîrdoziya xwe wê ava bike.    * Wênesaz Enver Şahîn diyar kir ku ew pirsgirêkên gelê kurd di tabloyên xwe de xêz dike û got ku xeyala wî ya herî mezin bi wêneyên rojnamevanên hatine qetilkirin vekirina pêşangehekê ye.   * Ji mekanîzmayên ku herî zêde desthilata nêrza berê xwe didê rêveberiyên xwecihî ne. Jinên kurd ên mudaxileyî tekparêziya di rêveberiyên herêmî de kirin, bi pergala hevserokatiyê ava kirin û deskeftiyên xwe zêde kirin.    * Endama ÇocukÇA'yê Necla Korkmazê diyar kir ku bi polîtîkayên ewlekariyê ku piştî tayinkirina qeyûman zêdetir bûn, tundî zêde bûye û got: "Zarok tim li malê, li dibistanê û li kolanan bi vê xetereyê re rû bi rû ne. Ji bo afirandina qadeke zarokan, tu pratîkeke qeyûm çênebûye."    * DEM Partî dê li Amed û Rihayê pêşhilbijartinê li dar bixe. (09.00-17.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî bidome. (11.00-17.00)   * Li Mêrsîn û Stenbolê dê çalakiyên Serê Salê bên lidarxistin. (15.00-17.00)