Welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn: Ev dîmen nîşaneya tifaq û serkeftinê ye 2024-01-21 09:00:14 ŞIRNEX - Welatiyên ku li Cizîrê beşdarî pêşhilbijartinê bûn diyar kirin ku ew ê qeyûman bişînin û daxwaz kirin ku herkes xwedî li vîna xwe derbikeve û keyfxweşiya xwe ya ji pêşhilbijartinan wiha vegotin: "Ev dîmenê îro yê li vê derê tifaqiya me û serkeftina me nîşan dide."   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca diyarkirina namzetên hevşaredarên bajarê mezin û hevşaredarên navçeyan û endamên meclisên şaredariyê û meclisa giştî ya bajêr li gelek bajaran pêşhilbijartinan li dar dixe. Li gel vê biryarê li 99 bajêr û navçeyan 100 hezar delege çûn ser sindoqan. Li cihên ku bernamzetan rêjeya ji sedî 50+1 deng negirtin jî hilbijartin man bo tura duyemîn. Stratejiya ku DEM Partiyê daye ber xwe ji aliyê gel ve jî bi keyfxweşî tê pêşwazîkirin. Yek ji navçeyên ku bi tevlîbûneke herî xurt çû ser sindoqan jî navçeya Cizîr a Şirnexê bû. Li Cizîrê 2 hezar û 433 delege çûn ser sindoqan û namzetên xwe aşkere kirin. Welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn gotin ku ew ê qeyûman bişinin.    'EW DÎSA QEYÛM BIAVÊJIN EM Ê DÎSA HILBIJÊRIN'   Yek ji welatiyan Zînet Kuçuk da zanîn ku ew bi biryardar in û ew ê qeyûman bişînin û wiha axivî: "Em keyfxweş in ku em ê namzetên xwe diyar bikin. Biryara ku ji aliyê partiyê ve bi pêşhilbijartinê bê diyarkirin, biryareke cih de bû. Bi vê biryarê em ê bêtir xwedî li namzetên xwe û şaredariyên xwe derkevin. Ew mirovê ku axa xwe, nasnameya xwe û welatê xwe xwedî dernekeve li xwe jî xwedî dernakeve. Me her tim gotiye, em hene û em ê hebin. Em ji xwe bi bawer in û serkeftin ya me ye. Dewlet dibêje heke ez qeyûm biavêjim ser şaredariyên wan ew ê nikaribinn dîsa hilbijêrin. Lêbelê em ji vir dibêjin, hûn biavêjin ser em ê dîsa bidin partiya xwe. Dengê me jî û rengê me jî diyar e. Serkeftin a me ye."    'JI BO KU JI QEYÛMAN RE BÊJIN ÊDÎ BES E EM LI VIR IN'   Ayşe Sonmez jî diyar kir ku ev hilbijartin dê li dijî zilmê bersiv be û got: "Ez di serî de berxwedana zindanan silav dikim. Em hatine vê derê ku dengê xwe bi kar bînin û şaredariya xwe ji destê dagirkeran derxînin. Êdî ji vê zilmê re bes e. Zilmê li gelê me dikin, ciwan û jinan dikin. Zilma wan bi vî jî sînordar namîne zilmê li gelê me yê Îranê û Sûriyeyê jî dikin. Em îro ji bo ku ji vê zilmê re bibêjin êdî bese, ji qeyûman re êdî bes e em li virin. Banga me ji Cizîra Botan re heye, xwedî li raya xwe û şaredariya xwe derbikevin. Bila dagirkeran ji Cizîra Botan derbixînin. Cizîra Botan cihê şehîdane warê Mehmet Tunçan e, warê Sêvê, Fatma û Pakizeyan e. Bila her kurdek xwedî li vîna xwe derbikeve. Cizîr ya me ye, em kurd in welatê me jî Kurdistan e."   'DIVÊ HERKES XWEDÎ LI BAJARÊ XWE DERBIKEVE'   Ji welatiyan Ahmet Pîşkîn Karabalik daxwaz kir ku gelê kurd xwedî li vîna xwe derkeve û ev bang kir: "Em ji bo ku hevşaredarên xwe aşkere bikin li vir in. Biryara partiya me ya gel namzetê xwe hilbijêre biryareke cih de bû. Ji ber vê biryarê em keyfxweşin. Em xwe bi xwe dê namzetên xwe aşkere bikin û em weke gel xwe bi xwe dê birêve bibin. Heta niha her tim bi qeyûman vîna me xespkirin lê em vê carê jî ji xwe bawerin û em ê biserbikevin. Em bang li gelê kurd dikin ku herkes xwedî li vîna xwe û bajarên xwe derbikeve. Me kuştin dîtiye, girtin dîtiye me her tiştek bi çavê xwe dît. Heta ku dilopeke xwînê di laşê me de hebe em ê pey partiya xwe û gelê xwe bin. Em hatine vî emrê xwe heta niha em zilma dewletê dibînin. Bila gelê kurd li dijî vê zilmê bibin tifaq, bila destê xwe bidin hev da ku em biserbikevin. Em ê bi serbikevin."    'CIZÎR A ME YE'   Ji jinan Zeytûn Ozturk got ku ew ê bajarên xwe ji bo qeyûman nehêlin û got: "Bi tayînkirina qeyûman heqaretê li me dikin. Lê ew çi bikin jî em dev ji vîna xwe bernadin. Heta ku em sax bin em ê bi ser vê rêyê bimeşin. Divê ku gelê kurd xayintiyê li partiya xwe neke û xwedî li raya xwe derbikeve. Raya mirov şeref û namûsa mirovî ye. Bila kesek raya xwe nefiroşe. Cizîr her tim ya me bû û dê dîsa ya me be. "   'EM Ê ÇARENÛSA BAJARÊ XWE DIYAR BIKIN'    Ji delegeyan Kumrî Ozdemîr jî ji gel daxwaz kir ku gel tenê bi reya xwe avêtinê re sînordar nemîne û ev tişt anî ziman: "Ji bo ku hilbijartineke bi edeletî pêk bê ez hatime vê derê. Hatina me ya li vir ew e ku çarenûsa bajarekî diyar bikin. Ev dîmenê îro yê li vê derê tifaqiya me û serkeftina me nîşan dide. Bila gelê kurd tenê bi deng avêtinê re sînordar nemîne. Piştî ku namzetên me diyar bûn bila li gel wan di kolanan de di nav xebatan de bin."   MA / Zeynep Durgut