Qeyûman ji bo zarokan tu qad nehiştin 2024-01-21 10:02:26   AMED - Endama ÇocukÇA'yê Necla Korkmaz diyar kir ku bi polîtîkayên ewlekariyê ku piştî tayînkirina qeyûman zêdetir bûn, tundî zêde bûye û got: "Zarok tim li malê, li dibistanê û li kolanan bi vê xetereyê re rû bi rû ne. Ji bo afirandina qadeke zarokan, tu pratîkeke qeyûm çênebûye."    Tayînkirina qeyûman ên li Kurdistanê wekî "desteserkirina vîna gel" tên pênasekirin, di 11'ê Îlona 2016'an de dest pê kir û di 31'ê Adara 2019'an de dewam kir. Qeyûmên ku armanc kirin dînamîzma bajaran bigiguherînin, ewilî navendên çandê yên ciwanan, saziya têkoşîna li dijî tiryakê, navendên şêwirmendiya ciwanan û çalakiyên civakî û malên piştgiriya perwerdehiyê girtin. Li şaredariyên Wan, Mêrdîn, Êlihê û navçeyên wan gelek kreşên bi zimanê zikmakî bi biryarên keyfî hatin girtin an jî naveroka wan hat valakirin. Di dema qeyûman de yek ji derdorên herî zêde mexdûr bûn jî zarok bûn.   Hin pêkanînên qeyûman ên ku bandorê li jiyana zarokên li bajêr kirin wiha ne:    "* Kreşên Zarokistan û Xalxalok ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku bi kurdî xizmet dikirin, qeyûman ew kirin kreşên tirkî.    * Qeyûmê Şaredariya Mehsertê Erol Korkmaz di 4'ê Gulanê de li navçeyê di bin navê mîhrîcana zarokan de "şerbeta Osmanî" da zaroka vexwarın û "macûna paşa" da xwarin.    * Qeyûmê Şaredariya Stewrê Îdrîs Koç di 25'ê Nîsanê de di bin navê mihrîcana bafirakan de meşeke bi "ala"yê bi zarokan da kirin.    * Qeyûmê Şaredariya Xîzanê Bulent Hamîtoglû di bin navê "xwendina pirtûkan" de pirtûkên ku li ser mezheba Henefî diyarî zarokên kurd kirin û li baxçeyê dibistanê ew pirtûk bi wan da xwendin.    * Navenda ku ji aliyê şaredariyê ve li navçeya Cizîrê (hatibû avakirin û weke kreş û mala sersaxiyê dixebitî, ji aliyê qeyûm ve hat rûxandin.   *Kreşa zarokan a ku ji aliyê qeyûmê tayînî Şaredariya Payîzavayê ve hat kirin hat girtin û qeyûm ew kir qursa Quranê. Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, Navenda Jiyana Zarokan a Hinarê ku ji bo têkoşîna li dijî tiryakê hatibû avakirin, girt. Qeyûmê Artemêtan ewilî navê "Pêşdibistana Taybet Înan" guherand û navê "Mala Piştgiriya Malbatê" lê kir û paşê deriyê wê kilît kir.    Endama Lijneya Piştevaniyê ya Komeleya Lêkolînên Zarokan (ChildÇA) Necla Korkmaz, diyar kir ku bi hatina qeymeqam re li bajaran cih ji zarokan re nemaye û bandorên polîtîkayên ewlehiyê yên li ser zarokan nirxandin. Korkmaz diyar kir ku bi polîtîkayên ewlekariyê û tayinkirina qeyûman tundî zêde bûye û got: "Zarok tim li malê, li dibistanê û li kolanan bi vê xetereyê re rû bi rû ne. Ji bo afirandina qadeke zarokan, tu pratîkeke qeyûm çênebûye."   TUNDÎ   Korkmaz, diyar kir ku piştî qedexeyên derketina derve zarok di pêvajoyên travmatîk re derbas bûne û ji navçeya Sûr a Amedê mînakek da. Korkmaz, got: "Li qadan hebûna wesayîtên zirxî, hesta xeteriyê xurt dike û dibe sedem ku mirov jiyana xwe ya rojane bi fikar derbas bikin." Korkmazê anî ziman ku gelek caran wesayîtên zirxî di kolanan re derbas dibin û got: “Li bajarên derveyî Kurdistanê hema bêje mirov rastî dîmenên bi vî rengî nayê. Tevî peymanên ku Tirkiye îmze daniye binî wan jî, yek ji qadên ku Tirkiye herî zêde binpê dike jî mafên zarokan e."   Korkmaz, bilêv kir ku diyar kir ku piştî qedexeyên derketina derve, xaniyên wêranbûyî û terkkirî yên li bajêr zêde bûne û ev der bûne cihê tiryakê û bajar zêde feqîr bûne. Korkmaz, îşaret bi bandira van faktoran a li ser zarokan kir û wiha got: "Li Sûrê hema bêje tu cihên ku zarok karibin wextê xwe baş lê derbas bikin tune ye. Hejmara parkan pir kêm e. Li taxê qadeke ku zarok lê bi gogê bilîzin û enerjiya xwe veguhêzin tune ye. Malbat jî ji ber metirsiyên ku bi wan re rû bi rû dimînin, dema ku zarok diçin ber xirbeyan bi gogê dilîzin, ji bêgavî bi tevdîr tevdigerin. Zarok hem li malê, hem li derve, hem li dibistanê û hem jî li kolanê tim bi xetereya ewlehiyê re rû bi rû dimînin. Yanî di warê afirandina qadeke ji bo zarokan, tu pratîkeke qeyûman çênebûye."    Korkmaz, di berdewamiya axaftina xwe de ji navçeya Sûrê mînak da û got: “Çend qadên ku keç û zarokên astengdar nikarin biçin hene. Ji ber ku ji bo wan qedeke tune ye, zarok ji bo avjeniyê dikevin ava Anzeleyê. Ev der ji bo zarokan xetere ye. Eger em hinekî zêdetir behsa koma xortan bikin, koma ji 14 salî mezintir jî tercîh dike ku biçe Çemê Dîcleyê. Lê mixabin ji ber ranta li wir (kanên qûmê) xetereya xeniqînê pir zêde ye."    'DIVÊ MECLISÊN ZAROKAN BÊN AVAKIRIN'   Korkmaz, anî ziman ku pirsgirêkên bajarvaniyê hene û zarok tên paşguhkirin. Korkmaz, wiha domand: "Em komeleya zarokan, pir naxwazin li ser navê zarokan biaxivin. Li gorî komxebatên ku dem bi dem bi zarokan re tên lidarxistin, em tê derdidixin ku demildest divê pêşî meclisên bajêr û paşê meclisên zarokan bên avakirin."   Korkmaz, bal kişand ser girîngiya malên perwerdehiyê û perwerdehiya bi zimanê zikmakî û got ku divê ji bo vê jî budçeyeke xweser bê veqeandin.    MA/ Eylem Akdag