Di 5 rojan de 6 cenaze li qeraxa Antalyayê hatin dîtin 2024-01-21 13:41:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava 5 rojan de li qeraxa Antalyayê 6 cenaze hatin dîtin.    Li qeraxa Antalyayê di nava 5 rojan de 6 cenaze hatin dîtin. Denîz Guneş ku li gel bavê xwe ji bo masîgirtinê çûbû qeraxa bajarokê turîzmê yê Aksuyê ku ava Rûbarê Kunduyê li wir tevî behrê dibe, dema dimeşiya li cenazeyekî rast hat. Piştî agahdarkirina komên tenduristiyê, li herêmê polîs hatin sewqkirin. Di lêkolînê de derket holê ku cenazeyê zialmekî ye. Piştre jî cenaze rakirin Saziya Tipa Edlî ya Antalyayê.    Di 17’ê çileyê roja çarşemê de li qeraxên navçeyên Alanya û Manavgatê jî cenazeyên zarokekî û kesekê sere hatibûn dîtin. Her wiha duh li Manavgatê cenazeyên 2 kesan li Serîkê jî cenazeyek hatibû dîtin.