‘Têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên şerê taybet dê berdewam bike’ 2024-01-21 17:46:51   WAN - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê diyar kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet dê têkoşîna wan bênavber berdewam bike û banga hestiyariyê kir.    Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serenavê “Li Kurdistanê ji şerê taybet re bes e” li Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyanî da çapemeniyê. Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê û şêniyê taxê piştgiriya ciwanan kirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ji bo taxa xwe biparêzin di nobetê de ne, li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” hate vekirin û girseyê her tim dirûşmeya “Bijî berxwedana ciwanan” berz kir.    Metna daxuyaniyê ya bi kurdî endama Meclisa Ciwan a DEM Partiya Wanê Lorîn Aryen Tûrgût, ya tirkî jî endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiya Wanê Muhammed Berşan Tûran xwend.    'EM NAXWAZIN CIWANÊN KURD MEHKÛMÎ JEHRÊ BIBIN'    Aryen Tûrgût, desthilata AKP’ê û MHP’ê bi salan e li bajarên me polîtîkayên şerê taybet dimeşîne û wiha got: “Li bajarê me yê Wanê jî ev polîtîkayên şerên taybet bi giranî tê pêkanîn. Li kolanên hemû Wanê hişbir bi zanêbûn tê belav kirin. Desthilat dixwaze ciwanên kurd madeyên hişbirê bikarbînin. Wextê em li nava taxan jî dinerin ciwanên me bi wê jehrê dikevin. Em naxwazin ciwanên kurd mehkûmî wê jêhrê bibin. Em baş dizanin ku; armanca desthilata AKP’ê ew e ku me bêhiş bihelê. Berê li taxên me behsa hişbirê nedihate kirin, lê îro zarokekî 10 salî jî dikare navên maddeyên hişbirê bihejmêre. Ev yek nîşan dide ku pergal bi zanebûn van maddeyan têxe nava tax û ciwanên mê. Dema ku ciwan bi jehrê dikevin, li aliyê din aramî û nirxên malbatên me têk diçin. Tê xwestin ku jinên ciwan ji nasname ya xwe dûr bikevin, îstîsmar, tacîz û destavêtin normalîze bibe.”    FERASETA KU POLÎTÎKAYÊN TECRÎD Û ŞERÊ TAYBET AFIRANDIYE   Tûrgût got ku “feraseta ciwanên kurdan dike hedef û feraseta ku politikayên tecrîdê li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike, ji bo me yek e” û wiha berdewam kir: “Ji bo vê jî divê baş bê zanîn ku her gotina ku em li dijî şerê taybet dibêjin û her karê ku em di vê çarçoveyê de dimeşînin jî, ji bo rakirina tecrîdê ye. Em bi biryar û hevî ne. Em ê polîtîkayên şerê taybet û tecrîdê bi dawî bikin. Em ê rê nedin van polîtîkayan. Em ji vir bang dikin, em ê li dijî çeteyên hişbirê, kolanên xwe biparêzin. Îro jî em ê bi gelê xwe re çalakiya nobetê bigirin.”   BANGA TÊKOŞÎNÊ    Tûrgût, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em ji vir bang li gelê xwe dikin. Werin em bi hev re li dijî hişbira ku bi zanebûn derbasî taxên me tê kirin, em têbikoşin. Li hemberî vê jehra ku ji kolanan heta taxên me, ji taxên me heta malên me belav dibe, em dengê xwe bilind bikin.”   Girseyê piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk anî û pişt re belav bû.