Gelê Hewagê namzetên xwe diyar kir: Em ê bi serbikevin 2024-01-22 09:45:06 RIHA - Delegeyên navçeya Hewagê di pêşhilbijartinê de namzetên xwe yên hevşeredariyê diyar kirin û diyar kirin ku dê di hilbijartinên herêmî de partiya wan bi serbikeve.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredariyê, endamên meclisa şaredariyê û meclisa giştî ya bajaran, li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê pêşhilbijartin li dar xist. Yek ji van cihan jî navçeya Hewagê ya Rihayê bû. Di encama pêşhilbijartina di 20-21’ê çileyê de Aygul Kapikayali û Îsmaîl Yildiz bûn endamê hevşeredariya Hewagê ya DEM Partiyê yên hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê. Delegeyên ku ji bo pêşhilbijartinan deng dan û kesên pêşhilbijartin şopandin tekildarî pêşhilbijartinê nêrînên xwe vegotin.    Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnaxê Mehmet Zekî Îrmez ku pêşhilbijartina Hewagê şopand anî ziman ku bi pêşhilbijartin di dîrokê de yekem car ji aliyê partiya wan ve tê kirin û got: "Piştî hilbijartinên giştî partiya me pêvajoya rexne û rexnedayinê da pêş xwe û li gelek cihan civînên gel li darxistin. Di encamên civînên gel de daxwaza gel ev bû ku di hilbijartinan de namzetên xwe gel bi xwe hilbijêrin derket hole. Me jî li gor daxwaza gel ji bo diyarkirina namzetan vîna gel esas girt. Mirov dikarê bibêje ku gelê me bi daxwaza xwe rojeva 31'ê Adarê diyar kiriye. Armanca me ev ê ku qeyûmên ku desthilata AKP-MHP'ê tayin kirine, ji ku hatinê dîsa bişînin wir.”    'PÊŞHILBIJARTIN JI ALIYE GEL VE BI KÊFXWEŞÎ TÊ PÊŞVAZÎKIRIN'   Îrmez da zanîn ku pêşhilbijartinên ji aliyê partiya wan ve tên lidarxistin ji aliyê gel ve bi kêfxweşî tê pêşvazîkirin û wiha axivî: "Pêşhilbijartin ne tenê ji aliyê delegeyên ku deng didin û kesên deng didin partiyê me, ji aliyê hemû kesên ku deng didin partiyên din jî ev bi erenî tê dîtin. Ev lingekî demokrasiya radîkal e. Em bawerin di hilbijartinên pêş ya me jî em ê dîsa bi vî awayî li gor vîna gelê xwe diyar bikin."   'GEL NAMZETÊN XWE BI XWE DIYAR DIKIN'   Endamê dîvanê ya pêşhilbijartinên Hewagê endamê MYK'ê yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP)'ê Mehmet Oner jî diyar kir ku gel bi şahiyeke mezin tevlî pêşhilbijartinan dibe û wiha got: "Pêşhilbijartin ji bo herêman pir girîng e. DEM Partî jî hevserokên şeredariyê ku yekemîn şertê xweseriya herêmeyê bi vîna gel diyar dike. Gel jî namzetên xwe yên ku wê di hilbijartinê de deng bidinê bi xwe diyar dikin. Ji ber wê jî gel bi şahiyeke mezin û tevlîbûneke mezin tevlî pêşhilbijartinan dibin. Em dixwazin ku di hilbijartinên pêşya me de tenê bi deng dayina delegasyonê ne bi deng dayina hemû şeniyên navçeyê ve pêşhilbijartinan lidarbixin."   'DI HILBIJARTINAN DE EM Ê BI SERBIKEVIN'   Yek ji delegeyên Hewagê Abdullvahap Denîz jî bi lêv kir ku ev ji ber pêşhilbijartinê kêfxweşin û ev tişt anîn ziman: "Em namzetên xwe bi xwe diyar dikin. Ev yek tiştekî pir xweş e. Ji ber wê jî em bi hevî ne ku li navçeya me gelek tiştên xweş çêbibin. Yekemîn care partiya me tiştekî bi vî rengî pêk tîne. Bi vê yekê gel namzetên xwe hilbijart. Em bi hevî ne ku DEM Partî di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de bi ser bikeve. DEM Partî partiya gel e. Partiyên pergalê tu xizmetê ji gel re nakin. Ji ber wê jî gel vîna xwe di DEM Partiyê de dibîne. Em bawer dikin ku di hilbijartinan de em ê bi serbikevin."   'JI PÊŞHILBIJARTINAN EM KÊFXWEŞ BÛN'   Ji delegeyan Meryem Urucu jî destnîşan kir ku bi diyarkirina namzetên hevşeredariyê ev kêfxweşin û got ku wiha berdewam bike wê gelek baş bibe. Urucu, bi domdarî diyar kir ku heke ev di hilbijartinan de yekitiya xwe ava bikin wê bi serbikevin û got: "Em dixwazin partiya me serbikevê ku edalet pêk were. Ji ber wê jî em dixwazin di hilbijartinan de partiya me bi ser bikeve." Servet Kuprubaşi ku piştî dengdayinê benda encamên hilbijartinê bû jî anî ziman ku ji bo pêkanîna demokrasiyê pêş hilbijartin xwedî wateyeke mezin in û wiha pê dê çû: "DEM Partî bi vê yekê wê di hilbijartinên herêmî de jî bi serbikeve. Qeyûm darbeyeke li dijî vîna me bû. Em jî li dijî van Qeyûman têdikoşin. Baweriya me ev e ku di hilbijartinê de jî em ê bi serbikevin. Partiyên din xizmeta gel nakin. Niha erebe naçin gundê me. Xebat tune ye.  Ya ku xizmeta gel bike DEM Partiyê."   'EM BI PARTIYA XWE SERBILINDIN'   Ji delegeyan Bedriye Kiliç jî tekildarî pêşhilbijartinan nêrînên xwe wiha vegotin: "Pêşhilbijartin di cihanê de yekem car ji aliyê DEM Partiyê ve pêk tê. Ji bo hemû dinyayê mînakeke baş e. Em jî ji ber vê yekê bi partiya xwe serbilindin. Em hevî dikin ku ev berdewam bike. Ez bawerim ku kurd di hilbijartinan de dengê bidin xwe. Partiyên pergalê ji gel re tu tiştekî nakin. Dema şeredariya Hewagê di destê me de bû me xizmetên pir baş kirin. Lê dewletê tahamûl nekir û Qeyûm avet ser şeredariyê. Em bi hevî ne ku di vê hilbijartinê de em ê careke din şeredariya xwe bistînin."   MA / Mahmut Altintaş