Temelî: Divê berî her tiştî ji butçeya şer teserûfê bikin 2024-01-22 11:33:21 ENQERE -Wekilê Serokê Koma Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Sezaî Temellî, li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. Sezaî Temellî ewilî bal kişand ser pêşhilbijartinên ku partiya wan ji bo namzetên Hevşaredariyan pêk anî û got: "Ev ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pir pir girîng e."      Wekilê Serokê Koma Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Sezaî Temellî, li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Temellî, geşedanên di rojevê de nirxand. Temellî ewil bal kişand ser pêşhilbijratinên ku partiya wan li 90 navendan pêk anî kir û wiha got: "Berî her tiştî dixwazin qala pêşhilbijartinên partiya me bikim. Li 90 navendan bi tevlêbûna zêdeyî 100 hezar kesan pêk hat. Ev ji pêşhilbijartinê wêdetir e. Ji bo demokrasiyê gelek girîng e. Li Tirkiyeyê bi taybetî di partiyên siyasî de yek zilam û yek rêveberî heye. Ev pergala yek zilamî li pêş demokrasiya Tirkiyeyê astengiya herî mezin e. Me bi vê pêşhilbijartinê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê gavek pir muhîm avêt. Ez bêjim di asta şoreşê de ye, zêde nabe. Dê di siberojê de şopên muhîm li pey xwe bihêle. Ez bawer dikim ku ev dê encamên gelek muhîm bîne pêşiya me. Li aliyekî ji bo demokrasiyê gelek muhîm e, li aliyê din li dijî qelûmên ku 5 salan hatin ser şaredariyan bertekek gelek mezin bû. Gelê me hêj hilbijartin pêk nehatine vîna xwe nîşan da. Gel got 'Em qeyûman naxwazin. Em ê xwe û bajarên xwe bi xwe bi rêve bibin."    Temellî, da zanîn ku ew hevî dike Enqere û partiyên siyasî yên li Enqereyê ev tabloya demokrasiyê baş şopandiye û wiha berdewam kir: "Em bawer dikim ku dê dersek baş ji wan derxin. Em dibînin ku Tirkiye ji hiqûq û edaletê pir dûr ketiye. Ev li pêş demokrasiyê astengiyek mezin e. Mînaka dawî Wezîrê Dadê dibêje 'Tişta di nava Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind de îtîlaf e.' Herdu dadgehan wekî hev digire. Wekî hûn Dizanin Dadgeha Destûra Bingehîn, erk û pêdiviyên Destûra Bingehîn pêk tîne. Tê gotin ku biryar û xalên Destûra Bingehîn nayên niqaşkirin û her kes li hembirî vê yekê xwedî erk e ku van xalan têxe meriyetê û li gorî wan tev bigere. Hûn dikarin zagonên Destûra Bingehîn biguherînin. Ev karê Meclisê ye. Ev karê bi hiqaşên civakê pêkan e. Dadgehek nikare rabe der barê Destûra Bingehîn de biryaran bide. Wezîrê Dadê ji bo doza Can Atalay radibe dibêje di navbera Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind de îtîlaf heye û dixwaze meclîs vê yekê çareser bike. Li vir wezîr raste rast alîgiriya xwe diyar dike."    WEZÎRÊ DADÊ DESTÛRA BINGEHÎN BINPÊ DIKE   Temellî bal kişand ser nêzîkatiyên Wezîrê Dadê yên li dijî Demîrtaş û Kavala û wiha pêde çû: "Wezîr biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya der barê Demîrtaş û Kavala de rexne dike. Radibe dibêje biryara DMME'ê biryara siyasî ye. Eger wezîr şopandibûya, di niqaşên butçeyê de Wezîrê Karên Hundir dibêje em bi awayekî siyasî nêzî meseleya Demîrtaş û Kavala dibin. Ya ku li gorî pîvanên gerdûnî tev digere DMME bi xwe ye. Ev biryar her kesî eleqeder dikin û divê her kes li gorî van biryaran tev bigerinb. Li gorî qala 90'an a Destura Bihgehîn biryarên DMME'ê wan girê dide. Ji ber vê yekê Wezîrê Dadê bi dijderketina biryara DMME'ê careke din Destûra Bingehîn binpê dike. Ji ber ku li Tirkiyeyê hiqûq û edalet tune ev mesele derdikevin pêşiya me."    HER KU PAKÊTA DARAZÊ ANÎN EDALET BÊTIR TÊK ÇÛ    Demellî, li ser pakêta darazê ya 8'emîn jî rawestiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wezîrê Dadê dibêje 'em ê pakêta darazê ya 8'emîn bînin rojevê. Heta niha 7 pakêtên darazê anîn. Her ku pakêtek darazê anîn edalet li Tirkiyeyê bêtir têk çû. Her ku pakêtek hat Tirkiye bêtir ji dewleta hiqûqê dûr ket. Ne pêkan e ku ev reform be. Daraz her ku diçe siyasî dibe û di destê desthilatê de wekî şûrê demoklesê tê hejandin. Bi rastî divê di qada darazê de gav bên avêtin. Lê wekî ku Wezîrê Dadê dibêje nîne. Li Tirkiye daraz ne serbixwe ye."    DIVÊ BERÎ HER TIŞTÎ JI BUTÇEYA ŞER TESARUFÊ BIKIN   Temellî bal kişand ser meseleyên aboriyê jî û wiha berdewam kir: "Yek ji meseleya ku em li ser rawestin jî mijara aboriyê ye. Ji bo vê yekê divê em li Banka Navendî û xezînê binerin. Dema em li wan dinerin, em dibîin ku bêcîddîteyek heye. 20 rojin Serokê Banka Navendî li holê tune ye. Em îro dibînin ku çima pêwist e Banka Navendî xweser be. Divê Bankayên Navendî xweser bin. Divê sînonekî têxe nava xwe û siyasetê. Divê ji venêrtinê re vekirî be. Em dibînin ku Banka Navendî li aliyeki bi siyasetê ve girêdaye, li aliyê din bi Fînansa Navneteweyî ve girêdayî ye. Em dibînin ku pirsgirêkên xezînê ji  yên Banka Navendi ne cudatir e. Em bi facîaya butçeyê re rû bi rû ne. Tabloya butçeyê ya 2023'an, sala 2024'an nîşanî me dide. Valahiya butçeyê texmînen nêzî 700 milyar lîra ye. Di destpêka sala 2024'an de valahiya butçeyê derket 2.7 trîlyanan. Niha Wezîr Mehmet Şîmşek dibêje divê em teserûfê bikin. Yanî Şîmşek meselê zane. Lê divê zanibe ku li ku tasarifê bikin. Divê berî her tiştî li Sarayê(Qersê)  tasarifê bike. Divê tasarifa herî mezin ji butçeya şer bike. Ji Wezareta Parastinê tasarifê bike. heta ku hun pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokratîk çareser nekin. Heta ku hûn li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer bikin û bombeyan bibarînin, hûn nikarin ji butçeyê tasarûf bikin.