Destûr nedan girtî biçe merasima cenazayê bavê xwe 2024-01-22 13:29:21   ENQERE - Girtî Jiyan Ateş di cotmeha 2021’an de diviya bû bihata berdan. Lê Lijneya Çavdêrî û Îdarê ya girtîgehê her tim berdana Jiyan Ateş taloq kir. Niha jî rêveberiya girtîgehê destûr neda ku Jiyan Ateş biçe merasima cenazeyê bavê xwe.    Girtî Jiyan Ateş li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye. Lê Lijneya Çavdêrî û Îdarê ya girtîgehê her tim berdana Jiyan Ateş taloq kir. Niha jî rêveberiya girtîgehê destûr neda ku Jiyan Ateş biçe merasima cenazeyê bavê xwe. Xwişka Jiyan Ateş Pinar Ateş, li rêveberiya girtîgehê geriya û diyar kir ku bavê wan jiyana xwe ji dest daye. Malbatê belgeya mirina bavê xwe jî ji girtîgehê re şandin û xwestin Jiyan Ateş tev li merasima bavê xwe bibe. Lê Îdareya Girtîgehê xwest ji bo mesrefa çûn û hatina rê malbat pere bide. Malbatê jî destnîşan kir ku şertê wan ê heqê rê bidin tune ye. Malbatê xwest vê rewşê bi Jiyan Ateş re parve bikin.    Rêveberiya girtîgehê ji bo Jiyan Ateş beşdarî merasima cenazeyê bavê xwe bibe tu gav neavêt. Her wiha agahî nedan Jiyan ku bavê wê jiyana xwe ji dest daye. Dema Jiyan Ateş roja înê derket hevdîtina bi telefonê, dît ku gelek gardiyan li salonê radiwestin û bi rêya telefonê fêr bû ku bavê wê jiyana xwe ji dest daye. Rêveberiya girtîgehê ku destûr neda Jiyan tev li merasima bavê xwe bibe, destûr nedan ku ji bo bavê xwe li malbatê jî bigere.    Jiyan Ateş û malbata Ateş ji bo vê rewşê dê der barê rayedaran de serlêdana sûc bike.    MA / Dîcle Muftuoglu