Meşa li dijî komployê li Parîsê dest pê kir 2024-01-22 17:01:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya hamleya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku ji aliyê dostên kurdan ve hatibû destpêkirin de, li Parîsê meşa şermezarkirina Komploya Navdewletî dest pê kir.    Nûnerên saziyên civakî yên Ewropayê bi boneya komploya li dijî Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan şermezar bike li Parîsê dest bi meşê kirin.  Hamleya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" di 10'ê Cotmeha 2023'an de ji aliyê dostên kurdan ve li zêdetirî 100 navendan hatibu destpêkirin. Piştre ji bo azadiya Ocalan meş, konferans, hatin lidarxistin. Kampanya şandina kartan hatiye destpêkirin û tê armanckirin ku heta 15'ê Sibatê 100 hezar kart bişînin Îmraliyê. Li Bakur û Başurê Kurdistanê jî bi sedan parêzer, hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan, hunermend, nivîskar û rewşenbiran bi deklerasyonan azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestin û xwestin diyalog û muzakere bên destpêkirn.