Rojnameger Çîftçî: Pirsgirêkên girtiyên nexweş nayên çareserkirin 2024-01-23 09:01:18   RIHA - Rojnameger Ferhat Çîftçî yê nexweş ku piştî 13 salan girtî ma û serbest hat berdan, diyar kir ku pirsgirêkên girtiyên nexweş gelek zêde ne û girtiyên nexweş nayên dermankirin.    Nûnerê Dîlokê yê Rojnameya Azadiya Welat a ku bi KHK'ê hat girtin Ferhat Çîftçî (51), piştî 12 sal û 10 meh û 19 rojan girtî ma, di 4'ê Çileya 2024'an de serbest hat berdan. Ferhat Çîftçî ku di 16'ê sibata 2011'an de bi angaşta "li ser navê rêxistinê sûc kiriye" hat girtin, li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat dirazindin. Dadgehê 19 sal  û 8 meh ceza li Çîftçî birî. Çîftçî piştî hat girtin li girtîgehê nexweş ket û niha yek ji nexweşê giran e. Piştî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) der barê Çiftçî de di 8'ê kanûna 2023’an de biryara betalkirina hikûm da, Çîftçî hat berdan. Çîftçî herî dawî li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Tekîrdagê girtî ma, li Tekîrdagê serbest hat berdan. Çîftçî niha di nava lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a ÎHD'ê de cih digire.    Çîftçî ji ber di pergala laş a parastinê de lawazî pêş ketiye (Enflamatuar Demiyelinizan Polînoroterapi-CIDP) êdî parastina wî ya li dijî nexweşiyan lawaz bûye. Çîftçî der barê rewşa girtiyên nexweş û zextên li ser çapemeniya azad, ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivî.   PARASTINA ZIMANÊ ZIKMAKÎ BÛ NAVENDA TÊKOŞÎNÊ   Çîftçî berî her tiştî anî ziman ku bi îdîayên pûç û vala hat girtin û wiha got: "Mirov nikare qala darizandinek bi edalet bike. Ji bo em parastina xwe bi zimanê zikmakî bikin em bi gelek zor û zahmetiyan re rû bi rû man. Ez di sala 2011'an de hatim girtin. Gelek tawanbarî li min hatin kirin. Lê tu eleqeya min û van sûcan bi hev tune bû. Min xwest parastina xwe bi kurdî bikim. Lê gelek astengî derxistin. Têkoşîna ku ji bo parastina zimanê zikmakî pêş diket, hêz û moralekî mezin dida me. Ne tenê di qada parastina zimanê zikmakî de, di her qadê de têkoşînek mezin heye. Gelek zor û zahmetiyên ku gelê me li qadan rû bi rû dimîne, em jî bi van zor û zahmetiyan re rû bi rû man."    ‘GIRTÎGEH JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ ÎŞKENCE YE'    Çîftçî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ku nayên dermankirin jî û wiha axivî: "Gelek girtiyên nexweş hene. Bi gelek zor û zahmetiyên mezin re rû bi rû dimînin. Birînên girtiyên nexweş nayên dermankirin û her dem birînên wan bi jan û kul in. Rewşa min bi qasî rewşa girtiyên din ên nexweş ew qas ne giran e. Hevalên me yên nexweş roj bi roj li ber çavên me dihiliyan. Ji bo wan mirinê rewa dibînin. Girtiyên nexweş ji ber nayên dermankirin û nayên berdan, girtîgeh her kelî, her saet û her roj îşkence ye. Ew qas nexweşên rewşa wan giran hene, dema mirov hevalên xwe yên nexweş di wî halî de dibîne, li nexweşiya xwe nafikire. Birov bi êşa wan pir diêşe. Dema ez hatim berdan rewşa tenduristiya Kemal Ozçelik, Katîp Çîçek, Kasim Karataş pir xerab bû. Girtî Kasim Karataş cezayê wî qediya ye. Lê dîsa nayê berdan. Bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdarê cezayê wî tê dirêjkirin û nayê berdan. Li gel rewşa wî giran e jî nayê berdan."    ‘ME NIZANÎBÛ ÇIMA EM GIRTÎ NE'    Çîftçî destnîşan kir ku xala "Li gel ku ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye" ku AYM’ê betal kir, xalek pir sosret e û wiha berdewam kir: "Şiroveya vê xalê pir berfireh e. Bi hezaran kes ji ber vê xalê girtî ne. ev xal li dijî Destûra Bingehîn e. Ev xal neheqî û bêedaletiyek mezin e. Li dijî hiqûqa gerdûnî ye."    ‘40 SAL IN ZEXT DIDOME'    Çîftçî bal kişand ser zextên li ser çapemeniya azad jî û wiha lê zêde kir: "Ji salên 1990’î heta niha zextên li ser çapemeniya azad didomin. Çapemeniya azad qadek berxwedanê ye. Beriya ku ez bêm girtin jî zext li ser çapemeniyê hebûn, piştî ez hatim girtin jî zextên li ser çapemeniyê didomin. Ez ne girtiyê ewil û ne yê dawî me. 40 sal in zextên li ser çapemeniya azad didomin. Heta ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştî çareser nebin, dê zext û tundî bidome. Îro zext li ser her kesî heye. Kes nikare bi awayekî serbest mafê xwe biparêze."    ‘TENÊ BIRÊZ OCALAN DIKARE ÇARESER BIKE'    Çîftçî destnîşan kir ku girtiyên siyasî ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 58 roj in di gireva birçîbûnê de ne û wiha pêde çû: "Îro li zindanan berxwedanek pir mezin heye. Moral û coşa girtiyan pir zêde ye. Lê divê tu carî girtî bi tenê neyên hiştin. Divê hestiyarî û xwedîderketin pir zêde be. Divê li derve em bi awayekî pir xurt li girtiyan xwedî derkevin. Ez niha li derve li germahî, hevaltî û felsefeya jiyana wan digerim. Tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan divê demildest bê rakirin. Ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn tenê Birêz Ocalan dikare çareseriyê pêş bixe. Ew li hundir têkoşînek pir mezin dide. Tecrîdkirina Birêz Ocalan neheqiyek pir mezin e. Tecrîd li dijî rûmeta mirovahiyê ye."     ‘DIVÊ TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK BÊ MEZINKIRIN'   Çîftçî herî dawî bibîr xist ku her tecrîd didome, zext û tundiya li ser girtiyan jî zêde dibe û wiha bi dawî kir: "Li girtîgehan Lijneya Çavdêrî û Îdarê dadgehek nû ava kirine. Ev dadgeh beramberî dadgeha derve ye. Pirsên li van dadgehên girtîgehê tên pirsîn li dargehên rasteqîn nayê pirsîn. Pirsên wekî 'Tu ji hevjîna xwe hez dike an ji PKK’ê hez dike', 'Tu bê berdan tu yê li derve çi karî bike?' dipirsin. Îro ji ber vê dadgeha girtîgehê tu girtî nizane dê kengî bê berdan. Ji ber vê dadgeha ku 2 sal berê hat avakirin, girtiyên 30 salî nayên berdan û girtina wan her dirêj dibe. Li cîhanê mînakek wisa tune ye. Ev lijne dikare li şûna dadgehê biryarê bide û ceza dirêj bike.  Ji ber vê yekê divê mirov li derve têkoşînê mezin bike. Divê têkoşîna demokrasiyê bê mezinkirin. Ji ber vê yekê divê her kes li derve bêtir yekîtiya rêxistinê pêş bixe. Ez silavên xwe ji hemû girtiyan re dişînim. Ew ne bi tenê ne.    MA / Emrûllah Acar