Hevşaredarê Hewagê yê berê Taş sirgûnî Yozgatê kirin 2024-01-23 09:02:22   RIHA - Şevket Taş, birayê Zeynel Taşê ku dema şaredarê Hewagê bû hat girtin û niha di girtîgeha Yozgatê de ye, anî ziman ku ji ber ku birayê wî di girtîgeheke dûrî wan de ye, dayika wî sal û nîveke birayê wî nedîtiye û got ku ev yek berdewamiya polîtikaya "Bila kurd dayika xwe nebîne" bi xwe ye.    Desthilata AKP-MHP'ê ku bi polîtîkayên şer desthilatdariya xwe berdewam dike, qeyûm tayînî gelek şaredariyên bajarê mezin û navçeyên Kurdistanê kirin û ceza li hevşaredarên ku gel ew hilbijartibûn birîn. Yek ji van şaredariyên ku qeyûm tayînî wê hat kirin jî Şaredariya Hewagê ya navçeya Rihayê bû.    Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), di Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adara 2014'an de li Hewagê bi namzetiya Zeynel Taş, 12 hezar û 230 deng stand û bi rêjeya ji sedî 45 di hilbijartinê de bi ser ket. Zeynel Taş (48) ku di BDP'ê de bû Şaredarê Hewagê, piştî 2 salan, di 12'ê Kanûna 2016'an de hat binçavkirin û qeyûm li şûna wî hat tayînkirin. Taş, piştî binçavkirinê bi hincetên parvekirinên li ser medyaya dijîtal, beşdariya li merasîma cenazeyan û "ji bo rêxistinê peydakirina aboriyê" hat girtin û 11 sal û 9 meh û 22 roj ceza lê hat birîn.    Zeynel Taş piştî ku hat girtin 5 salan li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Cirnê Reş girtî ma û di 30'ê îlona 2022'yan de sirgûnî Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Yozgatê hat kirin. Taş ku sirgûnî girtîgeheke 623,5 kîlometre dûrî Rihayê hat kirin, malbata wî ya li Rihayê ji bo hevdîtinê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Taş ku 22 meh maye cezayê wî biqede, dêya wî sal û nîveke nikare biçe cem wî.    Birayê wî Şevket Taş (50) bi lêv kir ku bi sirgûnkirina birayê wî re malbata jî hatiye cezakirin û got ku ev yek berdewamiya polîtîkaya "Bila kurd dayika xwe nebînê" bi xwe ye.    'DEST DANÎN SER VÎNA GEL'    Şevket Taş diyar kir ku girtina birayê wî li dijî hiqûqê bûye û wiha bertek nîşanî cezayê li birayê wî hatiyê birîn da: "Birayê min ji ber ku şaredarî ji destê desthilatiya AKP'ê girt bû hedef û ew bi hincetên pûç girtin. Bi girtina birayê min re dest danîn ser vîna gel û qeyûm hat tayînkirin. Anku ev ne tiştekî hiqûqî ye, bi cezakirina birayê min re gelê li vir jî hat ceza kirin. Piştî ku qeyûm hat tayînkirin, ji gel re tu xizmet nekir. Niha ji gelê li vir bipirsin bêjin qeyûm ji we re çi kir, wê bêjin tu tişt nekir. Piştî qeyûm namzetê desthilata AKP'ê li vir bû şaredar lê wan jî tu tiştek ji gel re nekir. Dema birayê min li vir şaredar bû gelê li vir ew pir hez dikir û xizmetên baş ji gel re kir."   'SAL Û NÎVE DAYIKA MIN KURÊ XWE NEDÎTIYÊ'   Bi domdarî Taş bal kişand ser sirgûnkirina birayê xwe ku sirgûnî Girtîgeha Yozgatê hat kirin û wiha pê dê çû: "Çûn û hatina Girtîgeha Yozgatê ji bo me pir zehmet e. Dayika min 76 salî ye. Nexweşîna dil pê re heye û pişta wê şikestî ye. Dema birayê min li vir bû me dayika xwe dibir hevdîtinê. Lê piştî ku sirgûnî Yozgatê bû careke me dayika xwe bir lê li ser çûn û hatina Yozgatê nexweş ket. Piştî wê rojê ji bo tenduristiya dayika xwe edî me ew nebir hevdîtinê. Ji ber wê jî ev sal û nîve ku dayika min zarokê xwe nedîtiye. Bi sirgun bûna birayê min re dayik jî tê cezakirin. Tenduristiya wê rê nade ku biçe hevdîtinê. Ji ber wê dayika min pir diqarê ku nikarê kurê xwe bibîne."    'BILA KURD DAYIKA XWE NEBÎNE'   Taş destnîşan kir ku sirgûnkirina birayê wî yek jî berdewamiya polîtikayên "Bila kurd dayika xwe nebîne" bi xwe ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dayika min dibêje min berin hevdîtinê ez di rê de bimirim. Pir dixwaze biçe hevdîtina birayê min lê ji ber tenduristiya wê em nikarin wê bibin hevdîtinê. Dema em diçin hevdîtinê jî ji bo dayika min nexeyîde em ji we re nabêjin ku em çûnê hevdîtinê. Ji ber ku dixeyîde, dibêje wê çi ma ez jî nebirim. Ew yek jî berdewamiya polîtikaya 'Bila kurd dayika xwe nebîne' ye. Ji bo me jî çûn û hatin pir zehmete. Ji bo em biçin hevdîtinê em rojeke pêş de li vir derdikevin. Birayê min wê li wir bikevê fikaran wê bêje ew giheştin malê an na, di rê de tiştek bi serê wan hat an na."    'MUAMELEYA KEYFÎ LI GIRTIYAN DIKIN'   Di berdewama axaftina xwe de Taş anî ziman ku girtî di girtîgehan de rastî gelek muameleyên keyfî tên û wiha got: "Di girtîgehan de muameleya keyfî li girtiyan dikin. Jixwe sirgûnkirina wî ya girtîgeha Yozgatê bi tenê serê xwe muameleya keyfî ye. Em dîsa dikarin biçin girtîgehê lê yên ku nikarin biçin wê çi bikin. Girtiyên ku cezayê wan diqede bi awayekî keyfî înfaza wan tê şewitandin. Birayê min bi awayekî li dijî hiqûqî hat girtin. Dema em dosyaya wî dinêrin dosyayeke virt û vala ye. Dibêjin li ser telefon te ew axaftin kiriyê tev li merasîma cenazeyan bû ye û hwd. bi van hincetan ceza li birayê min birîn."   'DIVÊ GEL XWEDÎ LI GIRTIYAN DERKEVE'   Di dawiya axaftina xwe de Taş bi lêv kir ku divê gel xwedî li girtiyan derkeve û axaftina xwe wiha qedand: "Heke înfaza birayê min neşewitînin 22 meh şûn ve wê bê berdan. Lê ji ber muameleya keyfî ya girtîgehan fikarên me hene ku înfaza birayê min jî bişewitînin. Nexweşiya Hepatît B bi birayê min re heye. Ne nexweşiyeke giran e lê ji ber şert û mercen girtîgehê ew nexweşî jî zorê li wî dike. Divê em girtiyên xwe yên di zindanan de ji bîr nekin. Girtî bi gelek muameleya keyfî û zext û tundiyan re rû bi rû ne. Divê gelê me jî li dijî vê yekê derkeve û piştgiriya girtiyan bikin."   MA  / Mahmût Altintaş