50 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di Nobeta Edaletê de ye 2024-01-23 11:42:45 WAN - Dayika girtî Aslihan Tîmûr a ev 50 roj in li Wanê di Nobeta Edaletê de ye destnîşan kir ku ew dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bistînin.    Bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” di 10’ê cotmeha 2023’yan de kampanyayeke navneteweyî hate destpêkirin. Girtiyên siyasî jî di çarçoveya heman kampanyayê de di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Dayikên girtiyan jî li Wanê di heman çarçoveyê de Nobeta Edaletê dane destpêkirin û çalakî îro kete roja 50'an. Aslihan Tîmrû ku kurê wê Botan Tîmûr ê li Girtîgheha Tîpa F a Wanê tê ragirtin û 9 sal in girtî ye, Tîmûr, ev 50 roj in di Nobeta Edaletê de cih digire ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) li avahiyê Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) hatiye destpêkirin.     Dayik Tîmûr a ji zarokatiya xwe heya niha li dijî zextên dewletê lêgerîna xwe ya edaletê didomîne, ji ber ferzkirina cerdewantiyê di sala 1988’an de ji navçeya Elkê ya Şirnexê koçî Colemergê kir.     ‘ZEXTÊN JI SALÊN 90’Î VE DIDOMIN’   Di salên 1990’î de 4 zarokên Tîmûr ên temênê wan biçûk bûn, hatin binçavkirin û 2 ji wan hatin girtin. Di sala 2014’an de polîsan bi ser mala Tîmûr de girtin û Azad, Naîm û Botan Tîmûr binçav kirin. Naîm û Botan Tîmûr piştî derketin dadgehê, hatin girtin. Ji herdu birayên Naîm piştî 8 mehan, Botan jî derveyî xwestina xwe sewqî Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê hate kirin û piştî salekê hate berdan. Di sala 2016’an de li ser mala birayê Botan Tîmûr ê zewicî Rojhat Tîmûr girtin. Botan û birayê xwe yê zewicî hatin binçavkirin. Botan Tîmûr ê bi îdiaya “bombeya zindî” hatibû binçavkirin rastî îşkenceyê hat û piştî derket dadgehê ji heman hincetê hate girtin. Rojhat Tîmûr jî hate berdan. Piştî ku lawê wê Botan hate girtin Tîmûr ji Colemêrgê koçî Wanê kir. Tîmûr destnîşan kir ku tevî zextên zêde jî ew ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomîne.    DAYIK TÎMÛR: LI DIJÎ ZILMÊ RABÛN SER PIYA   Tîmûr da zanîn ku lawê wê Botan Tîmûr ev 9 sal e di odeya yekkesî de tê ragirtin destnîşan kir ku wî beriya niha jî li dijî zext û zilmê li ber xwe daye. Tîmûr, da zanîn ku piştî lawê wê bi awayeke bêhiqûqî hatiye darizandin, têkoşîna wê bêhtir kûr bûye û wiha axivî: “Bêhiqûqî û bêedaletiya li Tirkiyeyê li tu dewletan nîne. Min ev bêhiqûqiye qebûl nekir û ez ê qebûl nekim. Min li ber xwe da û ji bo ku têbikoşim min soz da. Li dijî bê zext û zilmê ez rabûm ser pêya. Li dilî vê zext û zilmê me di sala 2022’yan de bi dayikên girtiyan re li pêşiya girtîgeh, nexwşxane, ATK’ê û edliyeyê dest bi çalakiyên nobetê kirin. Me xwest hindik bi jî li dijî bêedaletiyê bibin dengê girtiyan. Ji bo ku îşkenceya li dijî zarokên me berdin em di çalakiyên nobetê de man. Gardiyanên ku jê re bibên robot bi ser qawişên zarokên me digirin û işkenceye li wan dikin. Em ê li dijî îşkenceyê parastina edaletê bidomînin.”    ‘DIVÊ DAYIK XWEDÎ LI ZAROKÊN XWE DERKEVIN’   Tîmûr anî ziman ku ew ji bo edaletê biparêze û bêedaletiya heyî biçe tev li çalakiya Nobeda Edaletê bûye wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê dest ji lêgerîna edaletê bernedin. Ji bo dengê zarokên me were bihîstin em ê heta dawiyê têkoşîna xwqe bidomînin. Em bi îradeya xwe li vê derê ne û ev 50 roj in daxwaza edaletê dikin. Ez bang li hemû dayikan dikim, werin em xwedî li zarokên xwe derbikevin. Em piştgiriyê bidin têkoşîna wan.”     ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’   Tîmûr di dawiya axaftina xwe de bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û ev tişt anî ziman: “Ji birêz Ocalan ev 34 meh in tu agahî nayên girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran tên redkirin. Grevên li zindanan hatine destpêkirin li dijî vê tecrîda derhiqûqî ye. Vêga li çar aliyê Tirkiyeyê qêrînên daxwaza edaletê berz dibin. Ji birêz Ocalan agahî stendin mafê gelê kurd ê herî xwezayî ye. Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin.”