Pêşhilbijartina bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir 2024-01-23 13:09:30   AMED - Pêşhilbijartina tura duyemîn a ji bo diyarkirina bernamzetê mêr ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir.    Tura yekemîn a ji bo diyarkirina endamên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 21’ê çileye de hate lidarxistin. Di pêşhilbijartinê de ji endamên jin Serra Bûcak, ji sedî 50+1 deng stend û bû namzeta Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Komîsyona Pêşhilbijartinê jî endamtiya Bûcakê piştras kir.    Di pêşhilbjartinê de ji bernamzetên mêr tu kesî rêjeya ji sedî 50+1 derbas nekir. Ji bo diyarkirina bernamzetê mêr Dogan Hatûn û Garîp Kandemîr li 17 navçeyan hilbijartin dest pê kir. ji bo diyarkirina namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê eleqeyeke mezin heye. Dê piştî pêşhilbijartinê, namzetên hevşaredariyê bên diyarkirin.   NAVENDÊN BIKARANÎNA DENGAN   Bajarê Nû: Eywana Dawetan a Kaplanê ya li Stasyonê    Sûr: Eywana Dawetan a Nîlgunê    Rezan: Eywana Dawetan a Şolenê   Peyas: Eywana Manolya ya Kaplan City a li Gazîlerê   Dê pêşhilbijartinên 13 navçeyên din, li avahiyên DEM Partiyê yên navçeyan bên lidarxistin.