Li girtîgehên Marmarayê di 3 mehan de hezar û 596 binpêkirin 2024-01-23 17:10:14   STENBOL  - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê “Rapora Binpêkirinên Mafan ên Herêma Marmarayê” parve kir û got ku di nava 3 mehan de li dijî girtiyan hezar û 596 binpêkirinên mafê jiyanê hatine kirin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê “Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan a Herêma Marmarayê” weşand. Rapor, ji daneyên binpêkirinên di mehên cotmeh, mijdar û kanûnê de pêk tê. Rapor, li avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê hate ragihandin. Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, endamên Komîsyona Girtîgehan û gelek parastvanên mafan tev li daxuyaniyê bûn.    DI SÊ MEHAN DE HEZAR Û 596 BINPÊKIRIN    Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergîz Şahîn di daxuyaniyê de axivî û got ku di nava 3 mehan de 8 jê ji girtîgehên li herêma Marmarayê ji 22 girtîgehan bi giştî 65 serlêdan hatine kirin û wiha got: “Di meha cotmehê de 13, di mijdarê de 20 û di kanûnê de jî 32 serlêdan hatin kirin. Ji van serlêdanan 15 jê ji hêla girtiyên siyasî yên jin, 50 jê ji hêla girtiyên mêr ve hatin kirin. Gelemperiya van serlêdanan ji ber îdiayên binpêkirinên mafan hatine kirin. Bi giştî hezar û 414 binpêkirin hatine tespîtkirin.”    BINPÊKIRIN RÊZ KIR    Di berdewamê de Şahîn ev hûrgiliye rêz kir: “Binpêkirina mafê jiyanê: Girtiyê bi navê Selîm Ongulu ku li Girtîgeha Hejmar 3 ya bi Tîpa T a Amedê dihat ragirtin di 7’ê cotmeha 2023’yan de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Hewldana întîharê 2, gefa kuştinê 3, lêdan, îşkence û êrişên fîzîkî 53. Muameleya xerab, muameleya biçûkxistinê, derb û îşkence; muameleya xerab 76, zexta psîkolojîk 86, çêr û heqaret 59, xistina hucreyê 25. Bi giştî 452 binpêkirin. Binpêkirina Mafê Tenduristiyê; 161. Binpêkirina mafê xweyîbûna bitendurist, xwegihandina ava paqij û pêşwazîkirina pêdiviyên sereke; 160. Binpêkirina mafê ragihandinê/tecrîd; 431. Binpêkirina mafê xwegihandina edaletê; 102. Bisînokirina bikaranîna mafê tehliyeya bişert û mafên bingehîn û astengkirina tehliyeyan; 67. Grevên birçîbûnê û binpêkirin; 35.”    PIRSGIRÊK ZÊDE DIBIN    Piştre jî Gulseren Yolerî rapor nirxand û ev tişt anî ziman: “Di nirxandinên me de derket holê ku li girtîgehan xerabiyek û dijminatiyeke birêxistinkirî heye. Li dijî girtiyan hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye. Ji çileya 2021’an heta niha mafê azadiyê yê girtiyan bi hinceta raporên Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê tên binpêkirin. Her wiha girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Di vê demê de me 6 bûyerên mirinê tesbît kir. Tecrîd êdî mayînde dibe. Tecrîca girankirî ya li Girava Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav dibe. Tecrîda li girtîgehan jî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e. Ji 27’ê mijdara 2023’yan ve girtî di greva birçîbûnê de ne. Ev greva birçîbûnê hêj didome. Divê hêj encamên nebaş derneketin bi rêya muzakereyan gav bên avêtin. Ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên li girtîgehan, têkoşîna li derve girîng e. Em dixwazin ku binpêkirinên li dijî girtiyan bi dawî bibin. Di heman demê de hewceye têkildarî faîlên îşkence û muameleya xerab jî lêpirsîn bên destpêkirin û bên cezakirin. Divê şerta rapora ATK’ê bê rakirin. Em dixwazin hemû binpêkirinên li dijî girtiyan bi dawî bibin.”