DAD: Dêrsim bi dîrok û xaka xwe ve wateya hemû nirxên me ye 2024-01-24 13:45:07 AMED - Navenda Giştî ya DAD’ê bal kişand ser nîqaşên li ser navê Dêrsimê tên kirin û wiha got: “Dêrsim ji bo me navekî jirêzê yê bajarekî nîne. Bi navê dîrok, xak, bawerî, ziman û civakîbûnê ve, wateya tevahiya nirxên me ye.”    Navenda Giştî ya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) têkildarî nîqaşa di navbera Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel a li ser navê Dêrsimê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku navê Dêrsimê careke din ji bo ranta siyasî bûye mijara polemîkê û ev tişt hatin parvekirin: “Roj naçe ku navê erdnîgariya Hardê Dewrêş û di serî de Pîr Seyîd Riza, nirxên dîrokî û civakî yên gelê me nebin hedefa zimanê kîn û nefretê.”    ‘AN ÎNKAR AN JÎ HESABA JI BO WEGIRTINA DENGAN E’    Di berdewamê de ev tişt hatin parvekirin: “Gelek caran nîqaş hatin kirin. Ev rewş bi du rêbazan tê nîşandan. Ya yekemîn bi temamî xwe li ser zimanê înkar û nefretê dide der û nasnameya Dêrsimê, bawerî û hemû taybetiyên hebûnî weke dijmin tên dîtin. Bi kurt û kurmancî dibin peyrewên roja me yên zîhniyeta komkujer. Ya duyemîn jî; seknekî ku heta astekî hebûna Dêrsimê qebûl dike tê raberkirin lê li pey wê wateya tevahiya nirxên Dêrsimê berevajî dike, asîmîle dike û ji bo wergirtina dengan weke amûrekî tê bikaranîn. Tu ferq û cudahiya her du rêbazan ji hev nîne. Em her du nêzikatiyan jî baş nas dikin. Em qaşo lêborînxwestina serokwezîrê demê Erdogan a di 2011’an de ji bo Dêrsimê û zimanê kîn û nefretê yê Onur Oymen ê di Meclisê de baş nas dikin. Anku em bi heman awayî li nîqaşa di navbera Ozgur Ozel û Bahçelî de dinêrin.”    ‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji ber aîdiyetên xwe û şêweyên jiyanê, Dêrsim her tim ji hêla netewedewleta yekperest ve weke talûke hatiye dîtin. Lewma rastî qirkirinên mezin hat û êşên giran lê hatin jiyîn. Yên ku ji bo qebûlkirina heqîqeta civakî ya Dêrsimê tiştekî nakin û hesabê ji neteweperestiya xwe napirsîn, yên ku ji bo demokrasiyê nakevin nava hewldaneke demokrasiyê, di hizûra me de pratîkên wan dê tu caran neyên qebûlkirin. Lewma jî em ê mînakên siyasetmedarên qurnaz û pragmatîst ên kesên gule lê hatine reşandin û guleyan direşînin di nava heman hevokê de bi kar tînin bi tu awayî qebûl nakin û dê teşhîr bikin. Dê têkoşîna me ya li dijî zîhniyeta komkujer û înkarger bidome.  Dêrsim ji bo me navekî jirêzê yê bajarekî nîne. Bi navê dîrok, xak, bawerî, ziman û civakîbûnê ve, wateya tevahiya nirxên me ye. Tu kes nikare vê wateyê ji bo ranta siyasî bi kar bîne. Dê hêza tu kesî têr nekir ku vê zanebûniya me jê bibe û dê têr neke jî.”