Serokkomarê Îranê Reîsî hate Enqereyê 2024-01-24 15:24:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji bo hevdîtina bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hate Enqereyê.    Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji bo hevdîtina bi Serokokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re û tevlibûna 8’emîn Civîna Hevkariya Di Asta Bilind de ya Tirkiye-Îranê hate Enqereyê. Reîsî û şandeya pê re, saet di 13.45’an de gihiştin Enqereyê.    Şandeya ku Erdogan jî di nav de Reîsî bi merasîmê pêşwazî kir.    Tê payîn ku di hevdîtinên fermî yên di navbera Erdogan û Reîsî de geşedanên li herêmê bên nirxandin.