Welatiyên malên wan hatin rûxandin: Em bi ku de biçin? 2024-01-24 16:04:33 AMED - Welatiyên ku li ser biryara qeyûm malên wan ên li Taxa Fabrîkayê hatine hilweşandin û bi darê zorê hatin derxistin wiha bertek nîşandan: “Malên me tevan hildiweşînin. Em bi ku de biçin?”    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin, di sala 2021’an de ji bo 20 avahiyên aydê 18 xwediyên maf ên li Taxa Fabrîkayê ya li navçeya Bajarê Nû biryara îstîmlaqkirin û hilweşandinê dabû. Îro di danê sibehê de makîneyên kar tevî komên zabite û polîsan çûn taxê û şêniyên taxê bi darê zorê ji malên wan derxistin. Hilweşandina li taxê didome. Xwediyên malan bertek nîşan dan.    'LÊ DI HILBIJARTINÊ DE DIZANIN DENGAN BIXWAZIN’    Ji şêniyên taxê Abdurrahîm Kurt got ku di saetên serê sibehê de bi ser taxê de hatiye girtin û ev tişt anî ziman: “Jixwe dizanin ku şaredarî winda kirine. Jixwe pere xwarin lewma dibêjin em ê 100 hezar lîreyan bidin. 2 zarokên min ên astengdar hene, ka ez ê niha bi ku de biçim? Lê dema hilbijartin nêz dibe dizanin bên dengan bixwazin. Jixwe şaredarî ketiye destê çeteyan. Li vir 25 mal hene. Gelo di vê nîva zivistanê de em ê bi ku de biçin?”    'BILA MALAN BIDIN EM Ê DERKEVIN’   Besra Kaçmaz jî diyar kir ku ev nêzî 3 sal in qeyûm hewl dide malên wan xerab bike û wiha domand: “Qaşo dê 100 hezar lîreyan pere bidin. Malên me tevan hildiweşînin. Gelo em di vê sir û seqemê de bi ku de biçin? Em mûçeyê kêmtirîn digirin û dê çawa debara xwe bikin? Em pereyan jî naxwazin. Bila şaredarî mafê me bide û mal bide da ku em jî derkevin. Em derdora 15-20 hezar lîre mûçe digirin û kirê ji 10 hezaran dest pê dikin.”    'POLÎS HATIN BER DERÎ’   Ji xwediyên maf Hatun Kurt jî da zanîn ku ew ji xewê hatine hişyarkirin û wiha axivî: “Di nîva zivistanê de malên me hildiweşînin. Cihekî ku em biçinê tune ye, ka em çi bikin? Rê xwestin me da wan, lê tevî vê yekê jî ji bo rêyê malên me hildiweşînin. Şaredarî tu tiştekî nade me. Ji bo hilweşandina malên me polîs di saetên serê sibehê de hatin ber deriyên me. An ew dê li me bixin an jî em ê li wan bixin. Li vir em sê malbat in. 100 hezar lîre pere dane. Em bi vî pereyî nikarin ji bo mirîşkan jî mal çêbikin.”