Netîce Suleymanoglû hate berdan 2024-01-24 16:29:38 AMED - Netîce Suleymanoglû ku bi hinceta wêneyê bi keça xwe ya PKK’î re kişandiye duh tevî xwesûya xwe ya 83 salî Sidika Suleymanoglû hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hate berdan.    Duh di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê de li navçeyên Rezan û Peyasê yên Amedê polîsan bi ser hinek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Siddika Suleymanoglû ya 83 salî û bûka wê Netîce Suleymanoglû (50) hatin binçavkirin. Sidika û Netîce Suleymanoglû piştre jî birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.    SIDIKA SULEYMANOGLÛ HATE BERDAN    Sidika Suleymanoglû ku bi îdiaya wêneyê bi neviya xwe ya PKK’î îfade da, piştre hate berdan.    DÊ ÎFADEYÊ WERE GIRTIN   Netîce Suleymanoglû ku bi îdiaya wêneyê wê yê bi keça wê ya PKK’î re dihat tawanbarkirin, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfade da Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê. Dozgeriyê piştî îfadeyê, bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Kocaeliyê kir.    HATE BERDAN   Netîce Suleymanoglû bi şertê qedexeya derketina derve û kontrola edlî hate berdan.