Nobeta Edaletê: Divê rêya Abdullah Ocalan bê vekirin 2024-01-24 17:12:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên li gelek bajaran tev li Nobeta Edaletê bûn gotin ku navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd Îmrali ye û ev tişt anî ziman: “Divê rêya Abdullah Ocalan bê vekirin. Heke ji hêla fîzîkî ve azad bibe dê pêşiya azadî û wekheviyê jî bê vekirin.”    Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir.    STENBOL   Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê di roja 43’yan de berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Ji bo jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Her wiha çalakvanan pêşmalkên “tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Her wiha beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî”  berz kirin.    Nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG), ANYAKAYDER, MATUHAYDER, DBP, rêxistinên bajar û navçeyanên DEM Partiyê û gelek welatî hatin serdana nobetê.    Sînem Ozkan li ser navê BMG’ê axivî. Ozkan, diyar kir ku bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re dewlet gefê li civakê dixwe. Ozkan, wiha domand: “Nobeta Edaletê, ji bo em dengê girtiyan bidin bihîstin rêbazeke. Grevên birçîbûnê îradeyeke pir girîng in. Em jî dê li dijî êrişên dewletê, bi îradeya xwe ya şoreşger serî netewînin. Em girêdayî îradeya têkoşîna gelê kurd in. Em bi rêhevalên xwe yên li girtîgehê û bi dayikên xwe yên Nobeta Edaletê didomînin re ne. Em jî dixwazin bibin dengê wan û tecrîdê bikin rojev.”   ‘ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE’   Ji BMG’ê Mahmût Çîftçî jî da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê bandorê li tevahiya civakê dike û wiha got: “Di serî de Kurdistanê, tevahiya gelên Tirkiyeyê di tecrîdê de ne. Em tevek dixwazin ku tecrîd bi dawî bibe. Bila rêya birêz Abdullah Ocalan bê vekirin. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe û ji hêla fîzîkî ve azad bibe, dê rêya azadî û wekheviyê jî bê vekirin. Heta ku rêya Abdullah Ocalan neyê vekirin dê ne li Kurdistanê ne jî li Tirkiyeyê tu kes xweşiyê bi xwe nebe. Ji bo vê jî divê em têbikoşin. Li her çar aliyên cîhanê tê gotin ku rêya çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e. Divê her kes vê têkoşînê mezin bike.”   AMED    Li Amedê jî Nobeta Edaletê ku bi pêşengtiya TUAY-DER’ê li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Rezanê hatiye destpekirin di roja 51’an de dom kir. Kesên tev li nobetê bûn pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên Farqîn û Xana Axpar û namzetê Hevşaredariya Farqînê Kadrî Esen îro çûn serdana nobetê. Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser tecrîdê û diyar kirin ku divê Nobeta Edaletê bê mezinkirin. Xizmên girtiyan jî dan zanîn ku dê têkoşîna xwe bidomînin.    Di çalakiyê de dirûşmên “Biji berxwedana zindanan” û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.    EDENE   Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 52’yan de berdewam dike. Dayikên Aştiyê çalakî domandin û rêveber û endamên komeleyan jî piştgirî dan. Di çalakiyê de dayikan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Beşdaran daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên din kirin.    MÊRSÎN   Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çûkûrova TUAY-DER’ê û xizmên girtiyan li Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 52’yan de li avahiya komeleyê didome. Dayikên Aştiyê û endam û rêveberên komeleyê û gelek welatiyan piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.   WAN   Nobeda Edaletê ku li Wanê di pêşengiya TUHAY-DER'ê de hatiye destpêkirin, di roja 51'an de berdewam kir. Çalakiya Nobeda Edaletê li avahiya DBP'ê ya Bajar berdewam dike. Îro şêniyên taxên Selîmbey û Yaliyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes hatin serdana nobetê.    Meta girtiyê nexweş Emîn Kurban ku 30 sal in girtî ye, Feyruz Sungur di çalakiyê de axivî û grevên birçîbûnê û Nobetên Edaletê silav kir. Sungur, wiha domand: “Emîn Kurban li Girtîgeha Tîpa E ya Konyayê di hucreyê de tê ragirtin. Nexweşiya wî ya gurçikan heye, ji dilê xwe anjiyo bûye û felc bûye. Piştî salên dûvdirêj rakirin nexweşxaneyê. Ev 30 sal in girtî ye lê nayê berdan. Em dixwazin hemû girtî azad bibin. Ma ev zilm dê heta kengî berdewam bike? Heta ku ev zilm bi dawî dibe jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    Dayikên Aştiyê yên tev li nobetê bûn jî ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan fanêle resandin.    Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedanan zindanan” dom kir.   MÊRDÎN    Nobetê Edaletê ya di avahiyê DBP’a Mêrdînê de berdawam dike. Nobeta ku Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan dane destpêkirin, îro bi serdana endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê berdewam kir. Endamên komeleyê stran gotin. Welatiyan gotin ku dê çalakiya xwe mezin bikin û ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin.    ÎZMÎR   Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û TJA’yê li avahiya Nûnertiya DBP’ê ya Herêma Egeyê ya li Îzmîrê hatiye destpêkirin berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Li dijî tecrîdê berxwedan”, “Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin" û “Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan" hatibûn daliqandin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.    Rêveberên Jin Bihevre Bihêz in a Îzmîrê, Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar, ANYAKAY-DER, ESP û gelek welatî hatin serdana çalakiyê. Ji Jin Bihevre Bihêz in Zîlan Tayboga got ku ew li dijî tecrîdê piştgiriyê didin nobetê. Tayboga, got ku ew ji bo mezinkirina têkoşînê hatine serdanê.    Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Rahîme Turan jî xwest ku her kes piştgiriyê bide Nobeta Edaletê. Endama ESP’ê Aylîn Aker jî da zanîn ku ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê re dê li Stenbolê ji bo 3 rojan greva birçîbûnê bidin destpêkirin û wiha bi dawî kir: “Li Îzmîrê jî dê di 31’ê çileyê de, di 1’ê sibatê de û di 2’yê sibatê de li avahiya me ya li Alsancakê ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê bê lidarxistin.”    Nobet, bi stranan dom kir.