Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de: Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe 2024-01-25 09:04:05 RIHA - Malbatên girtî Emîn Çetîntaş û Omer Faruk Yaprak ên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin di greva birçîbûnê de ne, gotin: "Ji bo daxwazên girtiiyan bi cih bê, divê di demeke herî kurt de tecrîd bi dawî bibe." Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê de di bin şert û mercên dijwar ên tecrîde de girtî ne, 34 meh in tu agahî nayê girtin. Ji bo rakirina tecrîda li Girava Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, di 10'ê Cotmeha 2023'yan de li 74 navendan bi daxuyaniyên hemwext kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" hatibû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di 27’ê Mijdarê de greva birçîbûnê dan destpêkirin. Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 60'î de berdewam dike. Heke daxwazên girtiyan bi cih neyên, girtî wê gireva birçîbûnê heta 15'ê Sibatê bidomînin.   Yek jî girtiyên di gireva birçîbûnê de Emîn Çetîntaş (41) û Omer Faruk Yaprak in. Malbatên wan ên ku li navçeya Hewagê ya Rihayê rûdinên têkildarî grevên birçîbûnê anîn ziman ku ew ji ber grevên birçîbûnê bi fikar in û bang li gel kirin ku piştgiriyê bidin girtiyên di gireva birçîbûnê de.   Girtiyê di gireva birçîbûnê de Emîn Çetîntaş di sala 2018'an de li navenda Rihayê hatiye binçavkirin û bi hinceta "endamtiya rêxistinê" 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Çetîntaş ku 5 sal an li Girtîgeha Hejmar 1'an a Tipa T a Hîlwane girtî ma, 4 meh berê sirgûnî Girtîgeha Hejmara 2'yan a Tîpa T a Toprakkale ya Osmaniyeyê hatiye kirin. Bavê wî Mehmet Çetîntaş (62) têkildarî grevên birçîbûnê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   Bavê Emîn Çetîntaş, Mehmet Çetîntaş   'DIVÊ GEL XWEDÎ LI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DERKEVE'   Çetîntaş anî ziman ku divê gel piştgiriyê bide çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan û wiha got: “Ez ne tenê ji bo kurê xwe, ji bo hemû girtiyên di greva birçîbûnê de bi fikar im. Heke grevên birçîbûnê veguherin rojiya mirinê dê ji girtîgehan cenaze derkevin. Pêwîst e dewlet bi lez gavan biavêje. Divê gelê me, demokrat û her kesê ku ji xwe re dibêje 'ez mirov im' jî li hemberî çalakiyên greva birçîbûnê yên ji aliyê girtiyan ve tên destpêkirin hestiyar bin û piştgiriyê bidin girtiyan. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin li ser hemû gelê kurd tê meşandin. Li dijî vê yekê divê gelê kurd bibe yek û dengê xwe li dijî tecrîdê bilind bike. 34 meh in tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayê girtin. Hemû gelê kurd ji ber rewşa birêz Abdullah Ocalan bi fikar e. Li dijî vê yekê girtiyan jî dest bi greva birçîbûnê kir. Em dixwazin demildest bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin û ev tecrîd bi dawî bibe."   'MUXATAB BIRÊZ ABDULLAH OCALAN E'   Bi domdarî Çetîntaş destnîşan kir ku bi tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan tê meşandin pirsgirêka kurd jî bê çareserî dimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di çareseriya pirsgirêka kurd de muxatab birêz Abdullah Ocalan e. Divê bi birêz Abdullah Ocalan re muzakere bê kirin û di zûtirîn demê de pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Îro gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn, ji ber bêçareseriya pirsgirêka kurd di nava krîzeke giran a aborî de ne. Sedema qeyrana aborî polîtikayên dewletê yên şer in. Heke ev şer raweste dê krîza aborî bi dawî bibe û aboriya gel jî baş bibe. Em tiştekî zêde naxwazin. Tişta ku ya me ye em wê dixwazin. Em dibêjin tirkan çi mafên xwe hebin bila yên kurdan jî hebin. Heta ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bidome çareserî pêk nayê. Pêvajo dê xerabtir bibe. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ne rewa ye, Tirkiye sûc dike. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Pirsgirêka kurd wê bi birêz Abdullah Ocalan çareser bibe. Divê dewlet bi birêz Abdullah Ocalan re rûne û vê pirsgirêkê çareser bike. Heta ku çareseriyek neyê dîtin dê mirin berdewam bikin."   DI GIRTÎGEHÊ DE RASTÎ ÎŞKENCEYÊ HAT    Bavê Omer Faruk Yaprak, Emîn Yaprak   Omer Faruk Yaprak ê ku di sala 2012'an de li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê hat binçavkirin, bi hinceta "endamê rêxistinê ye" û "alîkariya rêxistinê kiriye" 17 sal ceza lê hat birîn. Yaprak ê li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Tarsûsê tê girtin 25 roj berê di hevdîtina bi parêzerên xwe re ragihand ku ew jî di greva birçîbûnê de ye. Bavê Omer Faruk Yaprak ê ku li navçeya Hewagê dijî, Emîn Yaprak (53) diyar kir ku di sala 2021'ê de li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2'yan a Cirnê Reş ji ber îşkenceyê 3 parsûyên kurê wî şikiyane û sirgûnê Girtîgeha Tarsûsê hatiye kirin. Yaprak da zanîn ku piştî kurê wî sirgûnî Girtîgeha Tarsûsê hatiye kirin der heqê wî de lêpirsîn hatiyte destpêkirin û 2 meh berê jî di encama lêpirsînê de 7 meh qedexeya hevdîtina bi telefonê û 3 meh jî qedexeya hevdîtinê hatiye dayîn. Yaprak ê tekildarî gireva birçîbûnê ji ajansa me re axivî diyar kir ku ji ber qedexeyan 2 meh in ku wî bi kurê xwe re hevdîtin nekiriyê.   'EM DIXWAZIN TECRÎD BI DAWÎ BIBE'   Yaprak bi lêv kir ku ew wekî malbat çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê danê destpêkirin bi fikar dişopînin û got ku divê dewlet daxwazên girtiyan bi cih bîne ku greva birçîbûnê bi dawî bibe. Yaprak bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha domand: "Divê dewlet gavan biavêje ku parêzer û malbata bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Divê raya giştî jî li hemberî daxwazên girtiyan hestiyar nêz bibin û piştgiriyê bidin girtiyan. Daxwaza girtiyan ew e ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û pirsgirêka kurd çareser bibe. Heke daxwazên girtiyan bi cih bên û ev pirsgirêk çareser bibe hemû kes wê aram bibe. Lê pirsgirêk neyê çareserkirin dê rewş hê xirabtir bibe. Her wiha pêwîste bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk bînin û di zûtirîn demê de pirsgirêka kurd çareser bibe. Muxatabê vê pirsgirêke birêz Abdullah Ocalan e. Divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û fikrên wî bigihêje raya giştî. Tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan, li ser tevahî civakê tê meşandin. Dewlet qanûnên xwe pêk nayîne. Di hiqûqê de cihê tecrîdê nîne. Divê gel jî ji bo bidawîkirina vê tecrîdê dengê xwe bilind bike."   MA / Mahmût Altintaş