Sevîmlî yê ÇHD’î: Divê TBB li dijî tecrîdê bikeve nava hewldanan 2024-01-25 09:06:26   STENBOL - Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Guçlu Sevîmlî diyar kir ku divê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û baro li dijî tecrîda li Îmraliyê bikevin nava hewldanan.    14 saziyên ku ji rêxistinên maf û hiqûqê pêk tên ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran a tecrîdê de tê ragirtin û 35 meh in tu agahî jê nayên girtin, di 12’ê çileyê de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan. Serlêdan di heman demê de ji bo Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin jî hate kirin. Di 22’yê çileyê de ji 35 baroyan bi giştî hezar û 330 parêzeran bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan.    Yek ji rêxistinên hiqûqê yên serî li CPT’yê dayî jî Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) bû. Ji rêveberên Navenda Giştî ya ÇHD’ê parêzer Guçlu Sevîmlî têkildarî serlêdanê axivî.    'DIVÊ ÎKTÎDAR GUH BIDE BANGAWAZIYAN’    Sevîmlî, diyar kir ku astengkirina hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbatê re “nayê qebûlkirin” û da zanîn ku ji ber domandina tecrîda girankirî wan jî serî li CPT’yê da ye. Bi domdarî Sevîmlî anî ziman ku li Îmraliyê tecrîdeke li dijî hiqûqê û giran heye û wiha got: “Tecrîdeke ji bo şexsekî taybet di meriyetê de ye û mînaka tecrîdeke wiha giran tune ye. Ev yek di mewzûatan de tune ye. Divê ev yek êdî ji holê bê rakirin. Divê îktîdara siyasî guh bide bangawaziyan û vê rewşê ji holê rake.”    'DIVÊ HEMÛ CÎHAN PÊ BIZANE’   Parêzer Sevîmlî raporên CPT’yê yên têkildarî tecrîdê bi bîr xist û wiha domand: “Tevî raporan jî tecrîd nehat rakirin. Ji bo rakirina tecrîdê divê hemû hewldanên hiqûqî bên kirin. Divê ne tenê Tirkiye, hemû cîhan bi vê rewşê bizane. CPT’yê rapora xwe ya têkildarî hevdîtina dawî hêj jî parve nekiriye. Di 19’ê Kanûna 2000’ê de li dijî girtîgehên Tirkiyeyê bi navê ‘Operasyona Vegera li Jiyanê’ operasyonek hate kirin. Piştre jî girtîgehên bi Tîpa F’yê ketin meriyetê û tecrîdeke giran hate ferzkirin. Niha heman rewş heye. Piştî vekirina Tîpên F’yê CPT hat û lêkolîn kir. Li gel ku tecrîda girankirî didîtin jî di raporên xwe de cih nedidan vê. Îro jî heman rewş heye.”    GIRTÎGEHÊN BI TÎEPÊN Y Û S’YÊ   Bi domdarî Sevîmlî got ku hewldanên hiqûqnasên yên li dijî tecrîdê girîngin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê mijarê de divê raporên saziyên navneteweyî, mafên mirovan û rêxistinên girseyî yên demokratîk esas bên girtin. Divê Wezareta Dadê dawî li tecrîda li Îmraliyê bîne. Divê bersiveke erênî bide serlêdanên parêzeran. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê îro bi heman awayî li girtîgehên bi tîpên Y û S’yê tê domandin. Xuyaye ku dê muxalîfên îktîdarê li van deveran bên ragirtin.”   BANG LI TBB Û BAROYAN KIR   Sevîmlî diyar kir ku Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û baroyên din têkildarî tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên bi ewlekariya bilind ên bi tîpên Y û S’yê bi qasî tê xwestin bertekan nîşan nadin. Sevîmlî, axaftina xwe wiha qedand: “Li gorî min bertekên li dijî vê polîtîkaya tecrîda girankirî kêm in. Baro û yekitiya baroyan dikarin bêhtir tiştan bikin. Weke mînak, yekitiya baroyan dikare di asta wezaretê de gelek hewldanan bike. Dikare yekser bigire rojeva xwe. Di vê mijarê de banga min ji bo baroyan û yekitiya baroyan heye.”    MA / Omer Îbrahîmoglû