ESP û SGDF’iyên di çalakiya grevê de: Navnîşana çareseriya demokratîk Îmrali ye 2024-01-25 10:13:03 STENBOL - Endamên ESP’ê û SGDF’ê yên li Kadikoyê ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, destnîşan kirin ku navnîşana çareseriya demokratîk Îmrali ye.    Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 60’an de berdewam dike. Malbatên girtiyan jî bi heman daxwazan li gelek bajaran di Nobeta Edaletê de ne. Endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Lİ avahiya Rêxistina ESP’ê ya Bajêr a li navçeya Kadikoyê bi armanca piştgiriya çalakiyan di 23’yê çileyê de ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Kesên di greva birçîbûnê de têkildarî çalakiya xwe axivîn.    ‘YEKANE RÊ TÊKOŞÎN E’    Endama SGDF’ê Gamze Toprakê diyar kir ku bi tecrîda li Îmraliyê hewl tê dayîn gelê kurd were tecrîdkirin û wiha got: “Li girtîgehan li dijî girtiyan pêkanîneke tecrîdê didome. Mafê wan ê maqeqanûnî tê astengkirin. Bi avêtina odeyên bi sunger, îşkence li wan tê kirin. Yekan rê ya pêşî li van were girtin, têkoşîn e. Armanca me ya ketina greva birçîbûnê ew e ku tecrîda hatiye girankirin were bidawîkirin e. 3 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî heye. Di heman demê de di pêvajoyeke ku tu agahî nayên girtin de ne. Dewlet jî bêçare bûye. Di vê rewşê de hin bêtir êrişkar bûye û hewl dide pêvajoyê çareser bike. Em dixwazin li dijî tecrîda li girtîgehan têkoşînê mezin bikin.”   ‘EM Ê PIRSGIRÊKAN VEGUHÊZIN KOLANAN’    Yek ji rêveberê Rêxistina ESP’ê yê Bajêr Erol Tûnç, anî ziman ku dewlet bi polîtîkayên şerê taybet dixwazin beşên çepgir û sosyalîst bêrêxistin bike û wiha got: “Ji 27’ê mijdarê ve çalakiyeke greva birçîbûnê ya gelemperiyê Tirkiyeyê tê meşandin heye. Tevî van Nobetên Edaletê yên li avahiyên DEM Partiyê tên domandin hene. Bi taybetî tecrîdeke li girava Îmraliyê tê meşandin heye. 3 sal in bi tu awayî destûr nayê dayîn bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Em bi tecrîdeke wiha re rû bi rû ne. Em ê van pirsgirêkan bibin kolanan. Em ê vî dengî li her qadê bilind bikin.”   NAVNÎŞANA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK ÎMRALI YE   Endamê SGDF’ê Mazlûm Ortaç jî destnîşan kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe. Ortaç bi lêv kir ku tecrîd dikare bi têkoşîna birêxistinkirî ya ciwanan were rakirin û wiha got: “Me di 23’yê çileyê de ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kir. Daxwazên demokratîk ên gelê kurd naxwazin bên çareserkirin. Em dizanin ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe. Em armanc dikin ku li dijî tecrîdê di têkoşîna ciwanan de xwe birêxistin bikin. Pergala faşîst li dijî gelê kurd şerek daye destpêkirin. Li dijî vê em jî têkoşîna ciwanan a yekgirtî û rêxistinên ciwanan tînin bahev û bang dikin ku li kolanan û qadan ji greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin re bibin deng.”