Mela Mehmet Şen: Divê xutbe bi zimanê civakê bên xwendin 2024-01-25 12:53:18   AMED - Endamê Komeleya Alimên Amedê Mela Mehmet Şen, lêdana mele ya li navçeya Pasûra Amedê ya ji ber xutbeyê qewimî şermezar kir û got: “Divê xutbe bi zimanê civakê be ku emrên xwedê yên tên vegotin ji hêla civakê ve bên fêmkirin. Lê ji civaka kurdan re bi tirkî xutbeyan dixwînin û ev yek ne îslamî ye, ne însanî ye. Bi ti şeklî nayê qebûlkirin.”    Qeymeqamê Pasûrê Burak Akeller di 19’ê çileyê de çû Mizgefta Kubayê ya li navenda navçeya Pasûrê û bi hinceta ku Mela Mahsûn Koçaga xutbe kêm xwendiye bi mîkrofonê mela derb kir. Hat hînbûn ku Akeller dema li Koçaga dixist heqaret jî li wî kirine. Piştî vê yekê Koçaga ji nexweşxaneyê rapora derbê girt û qeymeqam gilî kir. Piştî bûyer bi rêya çapemeniyê di nava gel de belav bû, bertekên mezin hatin nîşan dan û Walîtiya Amedê jî derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.    Têkildarî bûyerê endamê Komeleya Alimên Amedê, Mela Mehmet Şen ji ajansa me re axivî û derbkirina Mela Mahsûn Koçaga şermezar kir.    Şen, anî ziman ku ti eleqeya van kesên ku ev bûyere pêk aniye, bi ola îslamê re nîne. Şen, diyar kir ku mela tê wateya kesê ku di warê olî, siyasî, zanebûnê de pêşketî û qeymeqamê ku mela derb kiriye şermezar kir. Şen, bal kişand ser wateya xutbê jî û wiha got: “Xutbe, tê wateya xîtabetê û hefteyê carekê tê dayîn. Xutbe, di nava hefteyê de çi çêbûye û pêdiviya civakê bi çi hebe, li ser wan tiştan û li gorî olê tê dayîn. Her wiha divê xutbe jî bi zimanê civakê be ku emrên xwedê û hadîsên tên vegotin ji hêla civakê ve bên fêmkirin. Lê ji civaka kurdan re bi tirkî xutbeyan dixwînin û ev yek ne îslamî ye, ne hiqûqî ye, ne însanî ye. Bi ti şeklî nayê qebûlkirin.”   ‘TI ELEQEYA WAN BI OLÊ RE NÎNE’   Bi domdarî Şen destnîşan kir ku ev tişta li cemaeta Mela Mahsûn Koçaga hatiye kirin, li hemû kurdan hatiye kirin. Şen, bi lêv kir ku li ber çavê cemaeta mizgeftê seydayê ku rûspiyên civakê ne, hatiye derbkirin û gelek nîjadperest jî piştgiriya vê yekê dikin. Şen, da zanîn ku ev yek ji ola îslamê dûr e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Empatiya herî mezin di îslamê de heye û divê mirov empatiyê bike. Divê misilmanên tirk empatî bikin û tiştê ji bo xwe dixwazin ji bo hevalê xwe jî bixwazin. Tiştê ku xweşiya mirov neçe, xweşiya hevalê mirov jî naçe. Em wisa fêm dikin ku ti eleqeya van kesan bi ola îslamê re nîne. Heke xeletiyek li holê hebe û dewlet jî dewleteke hiqûqê be, herin bi sazî û dezgehên peywirdar re bibêjin. Li ber çavê cemaetê rûmeta mela şikandin şermeke gelekî mezin e.”   ‘OLA ÎSLAMÊ JI BO BERJEWENDIYÊN XWE BI KAR TÎNIN’   Şen, bang li gelan kir û da zanîn ku bila gelê kurd bizane ka kî misilman e û kî ne misilman e. Şen, destnîşan kir ku bila gel bizane li ser navê ola îslamê mirovan dixapînin û olê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Şen, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila hemû kes empatiya di îslamê de heye bike. Em di vî warî de bang li tirk, ereb û farisan jî dikin. Heke hûn bawermend û misilman bin, tiştê ji bo we xweş tê ji bo me jî xweş bibînin, tiştê ji bo we xweş neyê ji bo me jî xweş nebînin. Ji xwe wisa bê kirin dê xwişk û biratî çêbibe.”