Ji bo 24 bajaran hişyariya berf û barana zêde hat kirin 2024-01-25 15:04:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Amed, Dîlok, Wan û Mêrdîn jî di nav de ji bo 24 bajaran ji ber barana zêde hişyarî hate kirin.    Tê texmînkirin ku sibe ji serê sibehê ve li bajarên Dîlok, Osmaniye, Riha, Mêrdîn, Amed, Semsûr, Kîlîs, Êlih, Colemerg, Şirnex, Erzîngan, Dêrsim, Meletî, Bayburt, Erzirom, Xarpêt, Çewlig, Qers, Erdexan, Agirî, Bêdlîs, Mûş, Sêrt û Wanê berf û baraneke zêde bibare. Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê welatiyên li van bajaran dijîn hişyar kir û xwest ku tevdîrên xwe bigirin.