Girtî: Dest deynin ser nameyên ji CPT û Abdullah Ocalan re tên nivîsîn 2024-01-25 16:22:01 AMED - Girtiyên li Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê tên ragirtin, diyar kirin ku nameyên ji CPT û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatine nivîsîn, hatine desteserkirin.    Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an Dûmlû ya Erziromê tên ragirtin ji malbatên xwe yên çûn hevdîtinê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin vegotin. Girtiyan anîn ziman ku nameyên ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyan a Ewropayê (CPT) û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê tê ragirtin re dişînin bi awayekî keyfî tên desteserkirin.    DEST DEYNIN SER NAMEYAN    Girtiyan, diyar kirin ku naveroka nameyên wan têkildarî şertên girtîgehê, çalakiya greva birçîbûnê, daxwazên girtiyan û daxwazên demokratîk in û dan zanîn ku rêveberiya girtîgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatiye kirin nameyên wan desteserkirine.    Girtiyan bi lêv kirin ku li dijî desteserkirina nameyan îtîrazî Dadgeha Înfazê û Dadgehên Ceza yên Giran kirine û diyar kirin ku ji ber peyva “grevê” dest danîne ser nameyên wan. Girtiyan ragihand ku rêveberiya girtîgehê xurekên avî nade girtiyên di greva birçîbûnê de û wiha gotin: “Tenê rojê aveke fêkî ya biçûk didin lê bi hinceta ku li kantînê ava fêkî nayê firotin vê jî nadin.”   Her wiha hate gotin ku belgeya ji bo parastina rewşa tenduristiyê ya girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de û bergiriyên pêwîst bên girtin hatiye amadekirin jî bi hinceta fotokopî ye nadin girtiyan.    Girtiyan li dijî van pêkanînên keyfî û bêhiqûqî yên rêveberiya girtîgehê banga hestiyariyê kir.