Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû 2024-01-25 16:22:53   MELETÎ - Li Meletiyê bi pileya 5.3’yê erdhej çêbû.    Saet di 16.04’ê de li navçeya Battalgazî ya Meletiyê bi pileya 5.3’yê erdhej çêbû. Rasatxaneya Kandîlliyê û Enstîtûya Lêkolînkirina Erdhejan dan zanîn ku erdhej 6,7 km’an di bin erdê de pêk hatiye. Erdhej, li bajarên derdorê jî hate hîskirin.    Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) da zanîn ku navenda erdhejê navçeya Battalgaziyê ye û bi pileya 5.2’yê çêbûye.