ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-26 09:00:08   * Parlamenterê DEM Partiyê Onûr Duşunmez ê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî, wiha got: “Heke dewlet têkildarî aştiyê gavekê biavêje, ew rê di Îmraliyê re derbas dibe.”    * Aktivîstê Îslama Demokratîk Mela Emîn Ay ku têkildarî konferansa dê 27’ê mehê bê lidarxistin axivî, wiha got: “Di vê konferansê de em dixwazin balê bikşînin ser tiştên ku dijberê olê lê bi navê olê tên kirin. Werin bi dîtinên xwe, pêşniyazên xwe û bi tevlibûna xwe hêzê bidin vê konferansê.”   * Li Silopiyayê jin li dijî qirkirin û asîmîlasyona çandî tên cem hev û çanda kevnare zindî dikin. Jinên ku yekane armanca wan ew e ku destkariya jinan nedin jibîrkirin, xwestin ku jin xwedî li çand û hûnera xwe derkevin.    * Der barê nûçegihana MA'yê Zeynep Dûrgût û 17 jinên ku di 25’ê mijdarê de rastî tundiya polîsan hatin de, doz hat vekirin.   * Di ser berxwedana dîrokî ya Kobanê re 9 sal derbas bûn. Ji Meclisa Jinan a Kantona Firatê Sara Xelîl diyar kir ku bajar bi ruhê yekîtiyê hatiye rizgarkirin.   * Mehmet Saît Yildirim ku 9 rojan li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ma, 5 sal in bi tena serê xwe di hucreyeke yekkesî de tê girtin. Birayê wî Hasan Yildirim bal kişand ser tenduristiya birayê xwe û got ku li hemberî birayê wî pêkanîneke taybet heye.    * Ji îmzevanê deklerasyona "Em ji bo aştiyê bibin dengek" hunermend Ferhat Tûnç diyar kir ku divê fikarên têkildarî Abdullah Ocalan ji holê bên rakirin û got: "Divê hunermend li teref zilmê cih negirin."    * Dengbêjên jin bi kilamên xwe balê dikişînin ser komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û nifş bi nifş wê radigihînin.     * Hevserokê DBP’a Erziromê Ramazan Karakaş diyar kir ku îtîraza wan a li dijî “hilbijêrên gerok” a li Qereçobanê hatiye redkirin û wiha got: “Em ê bersiva pêwîst a li dijî van sepanên derhiqûqî li ser sindoqê bidin wan.”    * Abdullah Erîn ku di dema komkujiya li dijî malbata Şenyaşar de waliyê Rihayê bû, li Mêrdînê bû namzetê AKP’ê. Ferît Şenyaşar, têkildarî mijarê got: “Bila Erîn beriya namzetiyê, şahidiyê bike.”   * Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî dê têkildarî “Meşa Mezin” li Otela Mîtannî ya Amedê civîneke çapemeniyê lidar bixin. (11.00) ZINDÎ   * Rêxistina ESP'a Edeneyê dê li dijî tecrîdê li avahiya xwe rojekê Nobeta Edaletê bigire. (11.00-18.00)   * Nobetên Edaletê yên li gelek bajaran hatine destpêkirin berdewam dikin. (11.00-17.00)   * Şaxa TUAY-DER’a Mêrsînê dê têkildarî greva birçîbûnê li ber Girtîgeha Tarsûsê daxuyaniyê bide. (14.00)    * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, dê têkildarî civîna MYK’ê ku didome li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (14.00) ZINDΠ   * Çalakiya greva birçîbûnê ya Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê û rêxistinên sivîl ên civakî bi armanca piştgiriya çalakiya li girtîgehan daye destpêkirin di roja 2’yemîn de berdewam bike. (10.00-17.00)