28 hezar TL ceza li Amedsporê hate birîn 2024-01-26 09:04:56   AMED - PFDK’ê 28 hezar TL cezayê pereyan li Amedsporê birî.    Di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor hefteya din li sehaya xwe bi Sariyerê re lîst û 3-1 têk bir. Lijneya Disiplînê ya Futbola Profesyonel (PFDK) piştî maçê 28 hezat TL cezayê pereyan da Amedsporê. Ji bo cezayê hatiye dayîn, bûyerên alîgiran ên di nava sehayê de weke hincet hate nîşandan.